Li Kobanê şehîd hatin oxirkirin

Bi sedan şêniyên Kobanê ji bo oxirkirina şehîdê xwe berê xwe dan Goristana Şehîd Dijle ya li başûrê bajarê Kobanê. Her wiha Meclîsa Malbatê Şehîdan a herêma Firatê nasnameya 3 şehîdên xwe yên ku li Zapê şehîd bûne aşkera kir.

Bi sedan şêniyên Kobanê ji bo oxirkirina Şehîd Xeyrî Rêsar (Ekrem Ostek) ê ku di encama êrîşa balafirê keşfê de li Kobanê şehîd bû hat oxirkirin. Di meresimê de Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Nasnameyên sê Şehîdên li Zapê şehîd bûne, Rûmet Amed (Nejdet Salih) û Zîlan Rustem (Gulistan Hebeş) ragihandin.

Beriya destpêkirina Meresimê ji bo giyanê şehîdan rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Kobanê Mehmûd Kobanê axivî û got: “Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin, em dibêjin ev her çar hevalên qehreman ên ku ji bo azadiya tevahiya gelan têkoşiyan heta dilopa dawîn a xwîna xwe û di şerê hebûnê de şer kirin û şehîd bûn.“

‘JI BO AZADIYA GELAN TÊKOŞIYA‘

Mehmûd diyar kir ku dijmin bi her çekên giran êrîşe çiyayên azad dike û li hemberî îradeya gerîlayan her tim bi bin ketin û ev tişt got: “Heval Xeyrî ji bo azadiya hemû gelan têkoşiya. Ew kesayetekî welatparêz bû bêyî ku li paş xwe binihêre digot şihadet tiştekî bi rûmet e û heta dawiyê van gotinên xwe her tim dubare kir heta ku şehîd bû.’’

‘EM ŞEHÎDÊN XWE DISPÊRIN DILÊ XWE NE AXÊ‘

Mehmûd anî ziman ku gelê Kurd di serdemek krîtik de derbas dibin û wiha dawî kir: “Kurd di rewşa hebûn û nebûnê de ne. Kurd wek gel, deyndarê YPG û QSD’ê ne. Şehîdên me bi tîpên zêrîn navên xwe nivîsîn. Em ê her tim soza ku me daye wan dubare bikin û li ser rêya wan bin. Rêbertî dibêje em şehîdên xwe dispêrin dilê xwe ne axê "

‘EM Ê ŞOPDARÊ RÊYA ŞEHÎDAN BIN‘

Li ser navê Kongra Star Litfiye Mehmûd Silêman jî axivî û wiha got: “Em sersaxiyê ji malbata şehîd re dixwazin em dibêjin em her tim li ser rêya şehîdên xwe bin. Em dibêjin heval Xeyrî heta dilopa dawîn a xwîna xwe têkoşiya. Heta dawiyê em ê li ser soza ji bo şehîdên xwe bin û li ser xeta wan bin.“

Her wiha belgeya şehadetê radestî malbatan hat kirin û Şehîd Ekrem Ostek li Cizîrê hat oxirkirin.