Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava dewam dikin
Dewleta Tirk a dagirker ji doh bi şev ve bombeyan li Kobanê û Kantona Şehbayê dibarîne.
Dewleta Tirk a dagirker ji doh bi şev ve bombeyan li Kobanê û Kantona Şehbayê dibarîne.
Dewleta Tirk a dagirker ji doh bi şev ve bombeyan li gundên Şêxlera Jorîn, Zor Mixar, Beyadiyê, Ziyaretê, Çelxelo, Aşmê, Sêlim, Kûr Elî, Dîkmedaş, Siftek Jorîn, Siftek Jêrîn, Boban, Çariqlî û Dolê Sexîr ên li rojavayê Kobanê dibarîne.
Dewleta Tirk her wiha êrişî baregehên hikumeta Şamê yên li gundên Zor Mixar û Bobanê dike.
Li gorî agahiyan, heta niha zêdeyî 200 hawan û topên tankê li gundan ketine.
Bi hemwextî gundên Xirab Êto, Dîmedaş û Şêxlera Jorîn ên li bejahiya rojavayê Kobanê jî tên bombekirin. Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk jî li ser herêmê digerin.
Dagirker her wiha êrişî gundên Werdiyê û Xirnata yên Kantona Şehbayê jî dikin.
Ji ber bombardûmana li ser Kobanê û Şehbayê xisara madî rû da.