Ahmed: MÎT talîmatê dide ENKS’ê jî

Ahmet Yûsûf Ahmed ji Hêzên Roj a girêdayî PDK’ê bû û vê hêzê amadekariya êrişa li ser Rojava dikir. Yûsûf Ahmed ji hêzên Roj veqetiya û diyar kir ENKS a girêdayî PDK’ê jî fermanên dewleta Tirk û MÎT’ê bi cih dianî.

Ahmed Yûsûf Ahmed ê ji Qamişlo 7 salan di nav Hêzên Roj de fermandarî kir û piştre jî hêzên Roj veqetiya û li Rojava tevlî QSD’ê bû. PDK’ê Hêzên Roj ava kiribû û serbazên Tirk ev hêz perwerde dikirin. Ahmed Yûsûf Ahmed diyar kir ku PDK li hemberî yekîtiya gelê Kurd asteng e û got “Ez êdî bextewar im ku ez ji bo gelê xwe dixebitim û min li hemberî Kurdan çek bi kar neaniye.”

Ahmed Yûsûf Ahmed dibe şahid ku hêzên Roj, Zêrevanî û Fermandariya Dihokê ji aliyê MÎT û artêşa Tirk tên perwerdekirin, PDK di 3’ê Tebaxa 2014’an de bi êrişa DAÎŞ’ê re li Şengalê Êzidî bi tenê hişt û di 3’ê Adara 2017’an de jî PDK’ê li Xanesorê şerekî îxanetê kir û di Cotmeha 2017’an de jî li hemberî Haşdî Şabî fîşekek jî neteqandin û vekişiya. Piştî dagirkirina Efrînê Ahmed jî tevî komek hevalên xwe di Gulana 2018’an de ji hêzên Roj veqetiya û hate Rojava. Ahmed a niha di nav akademiyên Erka Xweparastinê ya girêdayî QSD’ê de cih digire.

PERWERDEHÎ JI ALIYÊ SERBAZÊN TIRK Û MÎTÊ VE TÊN DAYÎN

Ahmet Yûsûf Ahmed ê ku malbata wî li ser fikra Barzaniyan e di sala 2011’an de diçe Başûr û di sala 2012’an de tevlî nav hêzên Roj dibe. Ev hêz ji aliyê Barzanî hatibû avakirin. Ahmet Yûsûf Ahmed diyar kir ev hêz ji bo biçe Rojava di 24’ê Berfanbara 2011’an de li Başûrê Kurdistanê hatiye avakirin û di sala 2013’an de ENKS’ê rêveberiya vê hêzê xistiye destê xwe û fermandarên vê hêzê jî girêdayî ENKS’ê bûn.

Ahmet Yûsûf Ahmed diyar kir di dema perwerdehiyên pêşîn de fermandarên PDK’ê yên Başûrê Kurdistanê perwerdehî didan û got “Di salên 2013-2014’an de ji me re gotin wê Hêzên Koalîsyona Navneteweyî perwerdehiyê bidin lê perwerdehiyên leşkerî ji aliyê serbazên Tirk û MÎT’ê dihate dayîn. Li biryargeha Pêşxabûrê ez bûm şahidê vî tiştî. Ahmed Davûtoglû hate serdana me. Di heman demê de hêzên Zêrevanî, Gulan, hêzên girêdayî Fermandariya Duhokê ya PDK’ê jî perwerdehî ji aliyê leşkerên Tirk û MÎT’ê tê dayîn.”

WÊ ŞEVÊ EM JI ŞENGALÊ DERKETIN

Ahmet Yûsûf Ahmed diyar kir di 3’ê Tebaxa 2014’an de dema ku DAÎŞ’ê êrişî Şengalê kir ew jî li Şengalê di nav hêzên Roj de bû û got “Mûsûl ketibû û DAÎŞ’ê êrişî Şengalê kir. Em jî li Şengalê bûn û ez dikarim bibêjim em jî reviyan. PDK’ê ferman a û got vekişin. Ciwanên Şengalê gotin ‘Hûn direvin lê ka çekên xwe bidin me, em xwe biparêzin’ lê çekek jî nedan gel. Li Rabîa û xeta sînor a Rojava jî hêzên Roj vekişiyan. Piştre hêzên YPG û YPJ’ê ji Til Koçerê derbasî Iraqê bûn û çûn hawara Şengalê. Hêzên PDK’ê yên li ser wê xetê çûn gundê Mahmûdiyê. Piştre jî derbasî gundê Şihêla û Pêşxabûr û biryargeha Xinisê bûn. Em li wir bûn. PDK îro van tiştan înkar dike lê YPG, YPJ û gerîlayên PKK’ê çûn hawara gelê li Şengalê. Dîrok û  gel şahid e, em hemû bi fermanê re ji Şengalê vekişiyan. Bi tenê gerîla û YPG çû hawara Şengalê. Hêzên YBŞ, YPJ û YPG’ê û gerîla Şengal azad kirin. Şengal hema bibêje bi giştî rizgar bûbû. Çend gundên biçûk mabû, hêzên Roj şandin vir. Ez jî di nav wan de bûm. Me li van gundan şer kir lê ev ne gundên mezin bû. Jixwe gerîla şerê esasî kiribû. Hêzên çekên giran ên fermandariya Dihokê ya PDK’ê jî li dereke dûr bi cih bûbûn û li qadê şer nekirine. Hinek qadên DAÎŞ’ê bomberdûman kirin. Dema ku hêzên PDK’ê tevlî vê meseleyê bû ji sedî 90’ê Şengalê ji aliyê gerîla, YPG, YPJ û YBŞ’ê hatibû azadkirin.

DEMA ME XWEST EM BIÇIN ROJAVA PDK’Ê EM GIRT

Emerikayiyan di sala 2015’an de tevî fermandarên Roj û Zêrevanî civiyan. Emerikayiyan ji me pirsîn gelo hûn amade ne biçin Rojava tevî QSD’ê li dijî DAÎŞ’ê şer bikin. Me jî got em amade ne. Komek jî bi QSD’ê û Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî re hevdîtn dikir.Wan dixwestin em bibin hêzêk û li dijî DAÎŞ’ê şer bikin. Heke ENKS nebûya asteng wê hêza Roj biçûya Rojava wê tevlî QSD’ê bibûya lê Tirkiye û ENSK’ê nexwest ku Kurd bibin hêzek.

Ez tevî tabûra xwe me xwest em di 1’ê Berfanbara 2016’an biçin rojava. Çek û wesayît Barzanî dabûme û em hêzên leşkerî bûn, ev tişt aîdî me bû. Em ê tevlî QSD’ê bibûna. Jixwe em ji Rojava bûn lê hêzên PDK’ê li ser sînor pêşiya me girtin û em girtin. Fermandarê me Riyad jî girtin. Ji me gotin ‘Hûn xayîn in, hûn PKK’yî ne û hûn ji QSD’ê re dixebitin’ Çar mehan em girtî man. Piştre bi şertê ku em ê tevlî bûyerên siyasî nebin em berdan. Riyad şandin Hewlêrê di nav hêzên Zêrevanî de cih girt û ez jî dam hêzên sînor.

PDK’Ê EM AJOT SER GERÎLA Û YBŞ’Ê

Di 3’ê Tebaxa 2017’na de li Xanesorê em ajotin ser YBŞ, YJŞ û gerîlayan, ez jî di nav hêzên Roj de bûm. Em li biryargeha Til Aferê bûn. Ferman hat, hêzêk berê çû Xanesorê û ez di nav hêza duyemîn de bûm. Em çûn wir. YBŞ’ê qebûl nekir ku ji sînor vekişe, ji me re gotin ‘Me ev der parast , şehîd da û me ji çeteyan rizgar kir. Niha jî hûn hatine dixwazin desteser bikin.’ YBŞ’ê diayr kir ew ê ji Xanesorê dernekevin. Hinek hevdîtin hate kirin. Dûre jixwe vîdeoyek derket holê. Du gerîlayan xwe didan ber wesayîtê û nedhiştin wesayît biçe. Di heman demê de fermana lê bide hate dayîn û her du gerîla şehîd xistin. Piştrre şer dest pê kir. Ez li wir yek ji fermandarê hêzên Rojê bûm. Min birakujî qebûl nekir. Dema ku me ev bûyer dît, em gelek kes em şer nekir û em vekişiyan.”

DI DEMA REFERANDÛMA SALA 2017’AN DE JÎ EM VEKIŞIYAN

Ahmed Yûsûf Ahmed diyar kir di dema ‘Referandûma serxwebûnê’ de di Cotmeha 2017’an de dema ku Haşdî Şabî hat, PDK’ê dîsa hêzên xwe ji sînorê Şengal û Rojava vekişand û got “Cara duyemîn me Şengal terikand. Li hemberî DAÎŞ’ê û li hemberî Haşdî Şabî em vekişiyan. Dema ku meslee Kurd bûn PDK  fermana şer dide. Êrişa PDK’ê ya li ser Xanesorê wisa bû. Lê ev rastî jî heye êdî gel PDK’ê qebûl nake. Niha jî PDK’ê artêşa Iraqê dişîne ser YBŞ’ê. Şerm e, divê mirov piçekî şerm bike. Tu qala Kurdbûnê dikî lê tu ketiyî bin fermana Tirkiyeyê.

PIŞTÎ DAGIRKERIYA EFRÎNÊ EZ JI HÊZÊN ROJ VEQETIYAM

Piştî ku dewleta Tirk tevî ENSK û PDK’ê Efrîn dagir kir êdî min qebûl nekir ku li Başûr bimînim . Di Gulana 2018’an de tevî komek hevalên xwe em çûn Rojava û em tevlî QSD’ê bûn. Di dema em di nav hêzên Rojê de bûn, em di warê siyasî û îdeolojîk perwede nekirin. Kurdistan ku der, dîrok çi ye, me tiştek nedizanî. Di nav hêzên Roj de bi tenê qala şoreşa Gulanê dikirin û antîpropagandaya PKK û YPGê dikirin. Digotin hûn biçin Rojava PKK li wir e wê we bigire û teslîmî rejîma Baasê bike. Ez hatim Rojava, tevlî nav QSD’ê bûm. Min xwe û welatê xwe nas kir.Hevalan ez baş pêşwazî kirim û gotin welatê te ye. Ez heft salan fermandarekî hêzên Roj bûm û a niha çar sal in li Rojava me. Ez gelekî bextewar im ji bo gelê xwe dixebitim û min berê çeka xwe nedaye Kurdan.”

Ahmed Yûsûf Ahmed diyar kir di 7 salên di nav hêzên Roj de wî dîtiye ku rêveberên PDK û ENKS’ê li gorî fermanên Tirkiyeyê Başûr bi rê ve dibin û got “Min bi çavê xwe dît,  gelek siyasetmedarên PDK û ENKS’ê bi MÎT’ê re dixebitin. Tirkiye hemû çavkaniyên Başûr bi kar tîne. Li her derê baregehên Tirkan hene. Serbazên Tirk hêzên PDK’ê perwerde dikin. Di şerê li dijî PKK’ê de PDK jî hev kar e. Ez bang li PDK û hêzên Rojê dikim, Kurd yek in. Gerîla şervanên Kurdan in, bi fermanên Tirkiyeyê tevnegerin. Şerm e ku hûn tevî Tirkiyeyê li hemberî PKK’ê şer dikin, şerm e ku hûn îstîxbaratê didin. Ji malbatên şehîdan fedî bikin. Pêşmergeyên ku ji bo li dijî Kurdan şer nekin dev ji çekê berdane û li mala xwe ne, ji xwe re bikin mînak. Çeka xwe deynin û li mala xwe rûnên.”