'Dewleta Tirk dixwaze xewn û xeyala xwe ya Osmanî pêk bîne'

Endamên Kongreya Star Rîhan Loqo û Elîf Şêx Mihemed êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê şermezar kirin û diyar kirin, ku dewleta Tirk bi rêya van êrişan dixwaze projeya xwe ya Osmanî nû bike.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Rîhan Loqo destnîşan kir, ku dewleta Tirk û PDK di êrişên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de wê bi ser nekevin.

Rîhan Loqo li ber hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re rabû û got, "Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê bi taybetî jî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê sala 2016'an bi konsepteke nû ji nû ve destpê kirin. Dewleta Tirk bi rêya vê konsepta şer dixwaze xewn û xeyala xwe ya Osmanî pêk bîne.

Dewleta Tirk ji sala 2016'an û vir ve bênavber êrişî gel, nirx, çand, ziman û hebûna Kurdan dike, hewl dide tune bike. Dewleta Tirk a faşîst ku sala 2021'ê xwest Garê dagir bike, bi berxwedana gerîla re şikest. Bi têkçûna li Garê re dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrişê kir, çekên kîmyewî jî di nav de bi her cûre çekî sûcê şer dike, lê belê dewletên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan li pêşberî vê rewşê bêdeng dimînin.

Piştî hevdîtina navbera dewleta Tirk û PDK'ê, destpêkê 14'ê Nîsanê ji hewayî ve êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin. 17'ê Nîsanê jî bi piştgiriya gelek dewletan ji hewayî û bejahî ve dest bi êrişeke mezin kirin. Ev şer şerê man û nemanê ye. Jİ ber ku dewleta Tirk di nava krîzeke mezin de ye bi rêya şer dixwaze ji xwe re çareseriyekê peyda bike. Di van êrişên dagirkeriyê de PDK jî bi rengekî eşkere hevkariyê bi dewleta Tirk re dike. Li dijî vê yekê divê her kes piştgiriyê bide gerîla. Bi rêya kar û çalakiyên xwe divê em rûyê rast ê PDK'ê û dewleta Tirk nîşanî cîhanê bidin.

'ÊRIŞÊN LI SER GELÊ EFRÎNÊ DEWAM DIKIN'

Endama Koordînasyona Kongreya Star Elîf Şêx Mihemed jî anî ziman ku dewleta Tirk ji bo xewn û xeyalên xwe yên Osmanî bi cih bîne, ji nû ve êrişî Kurdistanê dike.

Elîf Şêx Mihemed her wiha bal kişand ser êrişên li ser Rojava û Şengalê ku bi hemwextî li gel êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hate kirin û got, "Efrîniyên ku ji ber dagirkirina Efrînê neçar man koçî Şehbayê bikin û li vê derê berxwedana xwe dewam dikin, hîn jî dibin hedefa êrişên dewleta Tirk. Dewleta Tirk bi rêya balafirên keşfê yên biçek êrişî sivîlan dike. Lê belê ev polîtîkaya êrişê wê bi berxwedana gel bê şikandin. Li xaka Kurdistanê her roj şehîd têne dayin. Bi rêya vê berxwedana xwe em ê Rêber Apo azad bikin, xaka Kurdistanê jî ji dagirkeriyê rizgar bikin."