QSD: Divê bawerî bi derewên dewleta Tirk neyê anîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku Wezareta Parastinê ya Tirk êrîşên li dijî Karkamişê bi QSD’ê ve gire dide derew e û tu têkiliya wan bi êrîşê re nîn e.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê têkildarî tewanbariyên Wezareta Parastinê ya Tirk a li dijî QSD’ê daxuyaniyek belav kir. QSD’ê diyar kir ku Wezareta Parastinê ya Tirk, QSD’ê ji êrîşên li ser Karkamişê berpirsyar dibîne û diyar kir ku ev daxuyaniyên bêbingeh ji ber hewldanên dewleta Tirk ên ji bo rewakirina êrîşên xwe ye.

Daxuyanî wiha ye:

“Li gorî nûçeyên ku îro ji aliyê Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ve hatine belavkirin, ji aliyê hêzên me ve li hember navçeya Karkamişê êrîşên bi hawan hatine kirin. Tu têkiliya bi êrîşa li ser Karkamîşê hatiye kirin re nîn e. Artêşa Tirk a dagirker van derewê xwe dike bingeh û êrîşê ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Di êrîşên dagirkeriyê de gundên Kobanê, Eyn Îsa, Minbic û Şehba bi awayek dijwar hedef tên girtin û heta niha bêhtirê 29 gund hatine topbarankirin.

Ev bûyera ku li Karkamişê qewimiye, ji bo rewakirina êrîşên xwe, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatiye organizekirin. Ev bûyer provokasyonek e û bi vê provakasyonê dil dikin ku êrîşên xwe yên li hember axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijwartir bikin. Pêwist e gelê me û raya giştî ya cîhanê baweriya xwe bi nûçeyên bi vê awayî ve neînin."