ANALÎZ

Duh û îro qedexeya PKK’ê

Di 23’yê Mijdara 1993’yan de Elmanyayê PKK xiste nav lîsteya rêxistinên qedexe. Gelo di vê pêvajoyê de çi tişt qewimîn?

Piştî ku PKK’ê di 15’ê Tebaxa 1984’an de têkoşîna çekdarî da destpêkirin, li Elmanyayê di nava Kurdan de rêxistiniya siyasî, çandî û civakî zêde dibû. Vê yekê rêveberiya Bonn a wê demê, dixiste nava fikaran. Bi fermana serdozgeriya Federal a Elman, di sala 1987’an de li hemberî siyasetmedarên Kurd zext zêde bûn; hatin binçavkirin, girtin û bi ser mal û komeleyan de hatin girtin. Di sala 1988’an de ev zext zêde bûn. 5’ê Sibata 1988’an li gelek bajarên Elmanyayê siyasetmedarên Kurd bi rengekî komî hatin binçavkirin û girtin. Zêdeyî 20 aktîvîstan ku Dûran Kalkan, Alî Haydar Kaytan û Huseyîn Çelebî jî di nav de bûn, roja 24’ê Cotmeha 1989’an li Dadgeha Eyaletê ya Dusseldorfê di beşên ewlehiya taybet de hatin girtin û derketin pêşberî dadger. Doza Dusseldorfê heta Adara 1994’an dom kir. Doza Dusseldorf destpêka lîsteya lêpirsînên ku Elmanya li dijî rêxistineke biyanî dimeşîne ye û piştî Artêşa Sor a Elmanyayê (RAF) doza herî mezin a duyemîn a li dijî rêxistineke siyasî tê meşandin e. Lê belê pirsgirêkek hebû: li Elmanyayê PKK ne di nava lîsteya rêxistinên qedexe de bû. Lewma sûcên ku dixistin stûyê siyasetmedar û aktîvîstên Kurd, nediket çarçoveya sûc. Lewma di Doza Dusseldorf’ê de tengaviyek çêbû.

Rêber Apo di 20’ê Adara 1993’yan de agirbesta yekalî ragihand. Vê yekê li aliyekê nîşan dida ku wê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, geşedan çêbibin. Serokkomarê Tirk Turgut Ozal û General Eşref Bitlîs bi rêya navbeynkaran, daxwaza xwe ya ji bo agirbestê ragihandin. Di 15’ê Nîsana 1993’yan de, PKK’ê biryar da ku dema agirbestê heta du mehên din, dirêj bike. Piştî 2 rojan, roja 17’ê Nîsanê mirina Serokkomar Turgut Ozal, bû gava destpêkê ya bidawîbûna vê pêvajoyê. Nexasim, di hundir de konsepta Çîller-Gureş-Agar a ku wê bi navê Serokwezîr Tansu Çîler, Serokê Fermandariya Giştî Dogan Gureş û Wezîrê Karên Hundir Mehmet Agar bê bîranîn, car din xistin dewrê.

Binpêkirinên mafên mirovan ên li Kurdistanê diqewimîn, bandor li Kurdên li Ewropayê dikir. Li navçeya Dîgor a Qersê cerdevantî dihat ferzkirin, bi ser malan de dihat girtin, 14’ê Tebaxa 1993’yan li dijî êşkenceyê sivîlan xwest bimeşin lê belê gule li sivîlan hate reşandin û di encamê de zarok, ciwan û pîr 17 kesan jiyana xwe ji dest dan. 22’yê Cotmeha 1993’yan navçeya Licê ya Amedê hefteyekê ji aliyê dewleta Tirk ve hate dorpêçkirin û 16 kes hatin kuştin. Gundên wan hatin şewitandin, mirov hatin sirgûnkirin. Li ser vê yekê, Kurdên li Ewropayê dest bi protestokirina binpêkirinên mafên mirovan ên li Kurdistanê kirin. Li şûna ku çalakiyên protestoyê yên Kurdistaniyên li Elmanyayê cidî bên girtin, dewleta Elman biryara qedexekirina PKK’ê da. 22’yê Mijdara 1993’yan bi fermî PKK qedexe kir. Lê rewşeke balkêş hebû. Rayedarên hikûmeta Elman di rojên beriya qedexeyê de, tiştên wiha digotin: “PKK li Elmanyayê ewlehiya hundir binpê dike. PKK hat rewşa bixeter û potansiyela sûc. Em di kontrolkirina wê de zehmetî dikêşin.” Kurd jî di hevdîtinên dualî yên bi siyasetmedarên Elman re dikirin de digotin, “Welatê me bi tank û topên we tê hilweşandin. Em vê rexne dikin.” Rêveberên Elman jî têkildarî peymanên tankê wiha digotin, “Destûr hatiye dayîn, bi rengekî ku mafên mirovan neyên binpêkirin, bê bikaranîn.” Wêne û dîmenên tankan ên mafên mirovan binpê dikin, gundan bombebaran dikin û gule li sivîlan direşînin, hatin nîşandan. Lê belê ev yek jî feyde nedikir.

PKK HATE QEDEXEKIRIN…

Di 22’yê Mijdara 1993’yan de PKK ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal ve hate qedexekirin. Dadgeha Destûra Bingehîn, sedemê qedexeyê bi hinceteke 53 rûpelî vegot. Bi kurt û cewherî, ev hincet wiha hatin rêzkirin: “PKK zirarê dide mutefîkên me. Êrîş li ser kargehên Tirk hatine pêkanîn. Bi zorê pereyan kom dike. Ewlehiya hundir a Elman, binpê kiriye. Di sala 1986’an de otoban dagir kiriye. Nayê kontrolkirin. Lewma biryar hate dayîn ku were qedexekirin.” Biryara qedexeyê nehate pêkanîn, ji ber ku weke fermî PKK li Elmanyayê nebû.

Di 26’ê Mijdara 1993’yan de, ev gotin li ser biryarê hatin zêdekirin: “Her cure aktîvîteya li ser navê PKK hate qedexekirin.” Di biryarê de PKK weke “rêxistina terorîst, krîmînal” hate pênasekirin. Sazî û kesên nêzî PKK’ê jî yekser ketin nava vê kategoriyê. Lewma her çendî li gorî qanûnên Elman hatibin avakirin jî, li gorî wan ev sazî hatine qedexekirin û yan jî weke krîmînal hatine îlankirin. Federasyona bi navê FEYKA KURDISTAN û 29 komeleyên girêdayî wê, Komîteya Kurdistan û Ajansa Nûçeyan KURD-HA hatin qedexekirin. Kompûter, faks û belge hatin desteserkirin.

Li dijî biryara qedexeyê ya dewleta Elman, di 18’ê Kanûnê de Kurdan xwestin li bajarê Kassel xwepêşandanekê lidar bixin. Dihat payîn ku 10 kes mirov beşdar bibin. Lê polîsan rêya bejahî û trenê girt û bi vî rengî xwepêşandan hate astengkirin. 4’ê Kanûnê jî li Hannoverê xwepêşandanek hate kirin. 2 hezar kes beşdar bûn. Doz li kesek Elman hate vekirin ku di xwepêşandanê de piştgirî dida Kurdan. Weke sedem jî qedexeya PKK’ê hate nîşandan. Mehmet Demîr têkildarî girêdana konjonkturê ya bi biryara qedexeyê ya li Elmanyayê re, nirxandin kir û wiha got, “Niha Em dibêjin qedexe. Em çi qedexe dikin? Sicîla Elmanyayê ew qas xirabe ye ku biryara qedexeyê di pratîkê de anî rewşeke evqas tengav! Di esasê xwe de dewleteke ku di nava gel û civakan de herî zêde nefretê dibîne û têkildarî vê yekê bi salan zehmetiya wê kişand, lê hîna çi dike… Pirtûkan qedexe dike. Çi dike? Kasetan qedexe dike. Çi dike? Muzîk qedexe dike. Yanî mesele em ji kaseta ku bi hezaran weşanxaneyan belav kirine û firotine bigirin heta pirtûkan, lê belê her çendî sazî û rêxistineke Kurdan bi armanca bazirganiyê bi vî karî re eleqeder dibe, pir rehet dikeve nava çarçoveya qedexeyê de.”

Kurdên ku federasyon, komele û ajansên wan ên nûçeyan hatine qedexekirin, israra xwe ya ji bo siyaseta demokratîk a legal domand. Nexasim di rojên dawî yên 1993’yan de, li dijî biryara qedexeyê armanca destpêkê ya Kurdên li Elmanyayê avakirina komeleyê bû. Piştî qedexeyê 2 mehan, jinûve komele hatin avakirin. Bi nav û rêziknameyên nû, komele hatin avakirin.

Li bajarê Duisburgê di 27'ê Adara 1994'an de Federasyona Komeleyên Kurd ên Elmanyayê (YEKKOM) hat avakirin. Avakirina YEKKOM'ê li bajarê Mannheimê bi mîtîngeke mezin û girseyî hate pîrozkirin û kongreya wê li komeleya Duisburg hat lidarxistin.

Li dijî israra Kurdan a di siyaseta adil de, dewleta Elman polîtîkayên krîmînalîzekirinê xist dewrê. Di sala 1994'an de pîrozbahiyên Newrozê hatin qedexekirin. Ji ber çalakiyên protestoyî li sedan Kurdan cezayê pereyan hat birîn. Di 19'ê Adara 1994'an de li Aûgsbûrgê nêzî 6 hezar Kurd xwestin Newrozê pîroz bikin, lê belê polîsan bi tundiyê pêşî li vê pîrozbahiyê girtin.

Li bajarê Mannheimê di 21'ê Adara 1994'an de, du şoreşgerên jin ên Kurd Nîlgûn Yildirim (Bêrîvan) û Bedriye Taş (Ronahî) ji bo şermezarkirina qedexeyên li tevahiya Elmanyayê bedena xwe dan ber agir. Bêrîvan û Ronahî li cihê ku çalakî lidar xistin, şehîd bûn. Ji bo bîranîn û sersaxiyê wê çalakî bihatana lidarxistin, lê ji aliyê polîsan ve hatin qedexekirin û bajar bi polîsan hat tejîkirin. Li Mannheimê tevî ku polîsan ava şid û tunî pêkanîn jî zêdeyî 30 hezar kes ji bo Nîlgûn Yildirim û Bedriye Taş li hev kom bûn.

Li Hannoverê pîrozbahiya Newrozê hat qedexekirin. Beriya pîrozbahiyê bi saetekê qedexe hate ragihandin. Gelek kes bi awayekî kelepçekirî hatin girtin.

Di Gulana 1994'an de tîmên GSG-9 avêtin ser komeleya Kurdan a li Saarbrûckenê. Alavên li komeleyê belav kirin û 60 kesên di komeleyê de bûn, binçav kirin.

LI DIJÎ KURDAN ZEXT, DOZ Û ÊRÎŞ ÇÊBÛN

Ji ber biryara qedexekirina PKK'ê Kurd rastî êşkence, pêkanînên kêfî yên bê bingehên hiqûqî û cezayên bêdaraz hatin. Derbarê pratîka polîsên Elman ên sûc jî, lêpirsîneke bi bandor nehat meşandin.

Halîm Dener ê 16 salî di 29'ê Hezîrana 1994'an de li Hannoverê dema afîş daliqand ji aliyê polîsên Elman ve hat qetilkirin. Halîm Dener, piştî ku gundê wî ji aliyê artêşa Tirk ve hat wêrankirin, derbasî Elmanyayê bibû. Piştî demeke kurt, li bajarê Hanoverê dema ku li dijî qedexekirina PKK'ê afîş daliqand, bi guleya polîsên Elman hate kuştin. Dener ji aliyê endamê yekîneya operasyonên taybet Klaûs T. ve ji pişta xwe ve hatibû gulebarankirin. Polîs li dadgehê bi gotina, "Ez dilteng bûm û min dizanî ku ji ber qedexeya PKK'ê sûc hatiye kirin" parastina xwe kir û serbest hate berdan. Piştî salan li eyaleta Hessen a bajarê Frankfûrt li dijî 2 polîsan doza gendeliyê hat vekirin. Çi tiştek ecêbe ku yek ji wan polîsan kujerê Dener, Klaus T. bû û girêdana lêpirsînê heta midûrê polîsan ê Frankfûrtê dirêj kir. Dozgerê berê yê Eyaleta Hessenê Hans Chrîstoph Schaefer di Gulana 2013'yan de weke şahid di doza Klaûs T. de ev tişt gotin, "Ew zavayê hevalekî min ê nêz e, ez xwedî lê derketim û min wî ji Hanoverê anî Frankfûrtê ku rehet bibe."

Jinên Kurd di Îlona 1994'an de xwestin ji Manneheimê heta Strasboûrgê meşek lidar bixin. Polîsan êrîşî jinan kirin û bi sedan jin binçav kirin. Roja din jin ji bo meşê carek din ketin tevgerê. Lê dîsa rastî heman tundiyê hatin. Jinên Kurd xwe paşve nedan û 3 roj şûnde meş bi destûr hat lidarxistin.

Di 24'ê Îlona 1994'an de dihat plankirin ku 3’yemîn Festîvala Kurdistanê ya Navneteweyî li Hannoverê bê lidarxistin. Ji bo vê jî serî li meqamên rayedar hate dayin. Lê belê ev festîval ji ber ku wê ji bo bîranîna Halîm Dener bihata çêkirin, hat qedexekirin. Lê piştî salekê Kurdan di Îlona 1995’an de bêyî bûyer pêkanîbûn.

Li Hannoverê di 2'yê Cotmeha 1994'an de nêzî 250 kes ji bo protestokirina bombekirina Licê çalakî lidar xistin. Beriya protestoyê lêgerîn çêbûn. Çalakvan dema ku ala ERNK'ê vekirin, ji aliyê tîmên taybet ên ji bajarê Braûnschweigê hatibûn, bi copan hatin derbkirin. Tevî ku çalakvan agahî dan polîsan ku ew ê çalakiya xwe biqedînin jî, di dema belavbûna girseyê de polîsan dor li 100 kesî girtin û wêneyên wan kişandin. Û gelek ji wan di dema êrîşa polîsan de birîndar bûn. Piştre hatin binçavkirin û danê êvarê hatin berdan. Derbarê gelek kesên ku hatine girtin de doz hate vekirin.

Di 8'ê Kanûna 1994'an de li Baden-Wuttemberg, Hissen û Bayernê bi awayekî hemwext bi ser mal û komeleyên 76 malbatên Kurd hat girtin.

YEKKOM’ê di danezaneke xwe ya Mijdara 1994’an de wiha digot: ‘’Li Elmanyayê 500 hezar Kurd hene. Elmanya, bi van qedexe û sepanên xwe kirinên rejîma Tirk qebûl dike, dipejirîne û zagonî dike. Bi vî awayî çareseroya siyasî asteng dike û ji raya giştî re radigihîne ku Elmanya di nava şerê li Kurdistanê de cih digire. Lê belê em dipirsin: Ma kî dikare gelekî ku ji bo azadiya xwe her tiştî bike, qedexe bike?’’

Yek ji geşedana girîng a sala 1994’an jî ew bû ku Wezîrê Karên Hundirîn ê Eyaleta Bayernê Beckstein di navbera 13-14’ê Mijdarê de çû Tirkiyeyê. Beckstein piştre li bajarê Munîhê bi rojnamegerên Tirk re civînek lidar xist û diyar kir ku ew 31 caran çûye Tirkiyeyê û wî gelekî ji Tirkiyeyê hez kiriye û got: ‘’Ez xwe weke Tirkekî Bavyerayî dibînim.’’ Beckstein ê ku 14 salan bê navber wezîfeya Wezareta Karên Hundirîn domand, da zanîn nêrîna ku ‘’PKK rêxistineke terorî ye’’ pêşiyê ji aliyê Hikûmeta Elman a Federal ve û piştre jî ji aliyê Yekîyiya Ewropayê (YE) ve hatiye qebûlkirin ku ev yek di serdema xwe de da destpêkirin û piştre jî da berdewamkirin.

Di havîna sala 1995’an de jî ji bo piştevaniya greva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê ve hatî destpêkirin, li gelek deverên cîhanê çalakiyên greva birçîbûnê hatin destpêkirin. Greva birçîbûnê ya li Qada Kudamm a li Berlînê jî di roja 8’an de bû hedefa polîsan. Çalakgerên ku rastî tundiyê hatîn, ji bo ku helwesta polîsan protesto bikin di bin germahiya meha Tîrmehê de 8 kîlometreyan ber bi komeleya Kurd ve meşiyan.

Ji çalakgeran Gulnaz Bagistanî ya ji bajarê Derkar ê Rojhilatê Kurdistanê û dayîka 5 zarokan, bi tundiya polîsan re rû bi rû ma û di 27’ê Tîrmeha 1995’an de jiyana xwe ji dest da. Nêzîkî 20 hezar kes beşdarî merasîma cenazeyê bûn ku merasîm di bin kontroleke zêde ya polîsan de pêk hat. Yek ji şahidê siyaseta krîmînalîzekirina gelê Kurd a di nava salên 90’î de rojnamegerê Elman Hans-Otto Weibus piştre tiştên ku şahidiya wan kirî, bi van gotinan tîne ziman:

‘’Li Berlînê beriya ku 20 hezar kes ji bo merasîma cenazeyê Gulnaz Bagistanî kom bibin, hate îdîakirin ku wê PKK li hemberî polîsan segvanan bi kar bîne. Ev yek ji aliyê Daîreya Parastina Qanûna Bingehîn a Eyaleta Jêrîn a Saksonyayê ve hate derxistin. Vê saziyê jî digot ku ev îdîa ayîdî Daîreya Krîmînal a Federal in. Wezîfeya belavkirina vê îdiayê jî Serokê Sendîkaya Polîsan Herman Lutz girtibû ser xwe. Beriya niha li Frankfurtê polîsan di belavkirina meşekê de serî li rê û rêbazên tundiyê dabûn û ev yek jî bûbû sedem ku saziyên fermî tirseke bi vî rengî ava bikin.

Dixwestin bi vê deq û dolaba xwe encameke bi vî rengî bi dest bixin: Ya yekem ew bû ku gelê Kurd weke sûcdar nîşan bidin û bi destê gelê Elman tecrîdek were sepandin. Ya duyem jî bi hinceta ku rewşeke talûke dide der, kêmkirina hejmarê Kurdên ku wê li Berlînê beşdarî meşê bibin. Ya sêyem jî ew bû ku polîsan li hemberî gelê Kurd tije bikin. Ji ber ku polîsan digot ku ew bi rewşeke ne ewle re rû bi rû ne û serî li cop û çekên din didan.’’

Hema bibêjin bi tu awayî derheqê pratîk û tundiya polîsan de lêpirsîn nehatin vekirin û mijar nehate lêkolînkirin. Li hemberî gelê Kurd polîs bi polîtîkaya necezakirinê hatin parastin. Berovajî wê yekê hemû tevgerên Kurdan weke sûc hatin qebûlkirin û bi cezayên giran re rû bi rû man.

PEYMANA BÊNAV

Serokê Daîreya ‘’Rêxistinên Tundraw’’ a Teşkîlata Parastina Qanûna Bingehîn a Elmanyayê Klaus Grunewald di 22’yê Kanûna 1995’yan de û piştre jî di sala 1996’an de Senatorê berê yê Karên Hundirîn ê Eyaleta Berlînê û Parlamenterê partiya desthilatdar CDU Heinrich Lummer bi Rêber Apo re hevdîtinek pêk anîn û rageşiyên di navbera PKK û Elmanyayê de hatin çareserkirin. Tew di sala 1998’an de Dozgeriya Federal ragihand ku ew ê êdî li Elmanyayê darazên ku weke ‘’dozên PKK’ê’’ tên zanîn li şûna dozên ‘’rêxistina terorî’’ di çarçoveya ‘’bûyerên krîmînal’’ de pênase bikin û wisa qebûl bikin.

Têkiliyên di navbera Elmanya û Tevgera Azadiya Kurd de piştî hevdîtinên di salên 1995 û 1996’an de di nava hevsengiyeke diyar de bûn ku vê yekê jî heya ku Rêber Apo derbasî Romayê bû, berdewam kir. Di 13’yê Mijdara 1998’an de Dozgeriya Federal a Karlsruheyê, dosyayên ku ew demeke dirêj bûn dihatin sekinandin, anîn rojevê û kete nava hewldana amadekirina daxwaza îadekirina Rêber Apo. Girêdayî vê yekê geşedanên ku wê pêk werin wê bibûna hêmana sereke ya ku wê rewşa komployê diyar bikin. Detayeke din a girîng jî Midurê Giştî yê Polîsan ê wê demê yê Tirkiyeyê Necatî Bîlîcan wê rojê li Elmanyayê bû. Bîlîcan weke vexwendiyê Midûrê Polîsan ê Elmanyayê li Wiesbadenê bû û li gel heyeta xwe têkildarî alîkariya edlî ya navneteweyî û mijara lêgerîna şexsan xebata perwerdeya hevpar hebû.

BIRYARÊN XWE YÊN QEDEXEKIRINÊ DIAVÊJIN STÛYÊ YE’YÊ

Ev biryara qedexekirinê ya yekem û ya li seranserê cîhanê li hemberî Tevgera Azadiya Kurd hatî standin, di rastiyê de ji ‘Lîsteya Rêxistinên Terorî’ re ya li gel zextên DYE’yê û ji bo Yekîtiya Ewropayê bû îlham ku were derxistin. Komîsyona Ewropayê navê PKK’ê jî li lîsteya ku di 2’yê Gulana 2002’yan de îlan kirî, zêde kiribû. Lê belê hikûmeta Elmanyayê piştre di biryarên qedexekirin û binçavkirinan de lîsteya YE’yê weke hincet nîşan dida. Her çend Elmanya biryara Komîsyona Ewropayê nîşan bide jî Dîwana Edaletê ya Ewropayê biryara têkildarî derxistina PKK’ê ya ji lîsteya terorê bi cih nedianî. Yanî dema mijar dibû gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd biryarên dadgehê bêbandor diman û bi erka xwe ranedibûn.

Bi zanabûn hewl hat dayîn ku psîkolojiya tirsê ya li dijî Kurdan di nava polîsan de bidin rûnişkandin. Li ser vê bingehê di serî de li Wezareta Karên Hundir, saziya îstîxbarata navxweyî, Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn û yekîneyên polîsan 'maseyên PKK'ê' hatin avakirin. Lê tevî ku dewleta Elman hemû saziyên xwe xist dewrê û xwest qedexeyê bi jiyanî bike jî, nekarî Kurdan ji Tevgera Azadiyê ya Kurd veqetîne. Dema ku mirov li raporên Rêxistinên Parastina Destûra Bingehîn ên 25 salên dawî dinêre, bi awayekî eşkere xuya dibe ku sempatiya ji bo PKK'ê ji sala 1993'yan û vir ve bi awayekî girseyî zêde bûye. Li gorî raporan, di sala 1993'yan de hejmara Kurdên dihat îdîakirin ku endamên PKK'ê ne, du qat zêde bû.

Wê dewam bike