'Li dijî dagirkeriyê pêwîstî bi yekîtiya Ereb-Kurdan heye'

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misrê Ahmed Bahaa El Dîn Shaaban li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Iraq û Sûriyeyê işaret bi girîngiya avakirina yekîtiya îradeyê ya Kurd û Ereban kir.

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misrê Ahmed Bahaa El Dîn Shaaban ji ANF'ê re axivî. Ahmed Bahaa anî ziman ku dewleta Tirk ji bo hilweşîna xwe binixumîna êrişan dike û got, "Ev êriş ne ya destpêkê ye, ne jî ya dawiyê ye. Gelek mijar hene ku dewleta Tirk a faşîst pê tengav bûye û êrişî xaka Kurdistanê dike. Pirsgirêkên li nava desthilatdarî û gelên Tirkiyeyê, bêqîmetbûna lîreyê Tirk û hilweşîna aboriyê ji wan pirsgirêkan e ku dewleta Tirk dixwaze binixumîne. Vê yekê jî bi xurtkirina komên xwe, bi êrişa li ser Kurdistanê dike."

'WÊ NIKARIBIN ENCAMÊ BI DEST BIXIN'

Ahmed Bahaa destnîşan kir ku heta ev helwesta PKK'ê û gelê Kurd hebe wê dewleta Tirk nikaribe encamê bi dest bixe û nirxandineke wiha kir: "Erdogan ê ku nikare encamê bi dest bixe, ji bo van binixumîne êrişan dubare dike. Bi dîtina min wê ji van êrişan encamê bi dest nexe û êriş wê pûç bibin. Êrişên Erdogan ên li ser xaka Ereb û Kurdan, dijminatiya li gelên Iraq û Sûriyeyê ne ya destpêkê ye ne jî ya dawî ye. Di vî şerî de wê Erdogan tiştekî bi dest nexe, berevajî wê gelekî bixisire. Bi taybetî berxwedana li dijî van êrişan dike ku ji tevahiya cîhanê piştgirî ji doza Kurd re bê dayin."

'DIVÊ YEKÎTIYA KURD Û EREBAN BÊ AVAKIRIN'

Ahmed Bahaa li ser helwesta li dijî êrişkariya dewleta Tirk bal kişand ser girîngiya yekîtiyê, "Gelên Kurdistanê divê xwedî yek helwestê bin. Li dijî daggirkeriyê pêwîstî bi avakirina yekîtiya îradeyê ya Kurd û Ereb heye. Ji ber ku dijminatî ne tenê li gelê Kurd tê kirin, êriş di heman demê de li dijî gel û xaka Ereban e. Dewleta Tirk li pey dagirkeriyê ye. Ev yek di mînaka Skenderûnê de bi hêsanî tê dîtin. Lewma divê Kurd û Ereb li dijî dagirkeriyê bibin yek. Cihê û cudahiya navbera wan xizmetê ji dagirkeriyê re dike."

'DIVÊ GELÊ EREB JÎ TÊBIKOŞE'

Ahmed Bahaa destnîşan kir ku armanc ji êrişa deweta Tirk a li ser Iraqê û bakurê Sûriyeyê ne tenê li dijî gelên Kurdistanê ye, di heman demê de desteserkirina dewlemendiyên binê erdê yên herêmê ye û got, "Divê em hemû li hemberî vî dijminî amade bin. Gelên Kurdistanê bi hemû hêza xwe ji bo mafên xwe têdikoşin. Gelên Ereb ên li Sûriye, Iraq û Misrê jî divê nehêlin ku beşek ji xaka wan bê dagirkirin. Medya Misrê jî divê weşangeriyeke welê bike ku hevkariyê di nava Ereban de çê bike. Bikaranîna çekên kîmyewî ku li qada navneteweyî qedexekirî ne, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Welatên Ereb divê li hemberî vê helwestê nîşan bidin. Welatên Ereb, rêxistinên mafên mirovan, partiyên siyasî û rewşenbîrên wan li hemberî vê yekê divê dengê xwe bilind bikin. Cîhana Ereb divê ji bîr neke; parastina Kurdan parastina Sûriye, Iraq û Lubnanê ye. Divê em bi xwişk û birayên xwe yên Kurd re bibin yek û li ber dagirkeriyê rabin."