Mîna navê xwe fedaî bû, mîna Kobanê jî berxwedêr

Fedaî Kobanê ku di şerê dijî DAÎŞ'ê de li refên herî pêş têkoşiya û di vî şerî de bi giranî birîndar bû, bi daxwaz û biryardariyeke mezin têkoşîna xwe gihand çiyê.

Ji Cûmaliyan heta bi Amarayan, ji Celalan heta bi Fedaiyan... Werxele ew war bû, ku çalakiyên herî zehmet lê hatin kirin û dîrok lê hate nivîsandin... Cih û warê ku bi kîmyasalan, bi bombeyên bi tonan, bi çekên herî giran û rêbazên herî hovane nekarî bê dagirkirin. Ji eniyên xwe heta bi tunelan, ji avê heta bi hewayê, ji Kurdan heta bi Ereban navnîşana yekîtiyê bû. Yek ji lehengên ku li vê derê tevlî karwanê nemiran bû Fedaî Kobanê bû.

Bi navê xwe yê li malê Hazim Elî El Nofel. Piştî ku herêma lê ji dayik bû Cezaa ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hate dagirkirin û zilm û zordarî li gelê wî hate kirin, têkoşîna azadiyê nas kir. Şervanên têkoşîna azadiyê ku bi hawara gel ve beziyan û fikrê neteweya demokratîk ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandor lê kir. Kete nava nakokiyekê û got, 'Çima ew ji çiyê hatin, lê kes ji vir neçû çiyê' û di demek kurt de biryar da tevlî nava refên têkoşînê bibe.

Navê xwe yê li nava refên têkoşînê jî bi taybetî hilbijart. Navê xwe kir Fedaî Kobanê. Mîna navê xwe fedaî bû, mîna Kobanê jî berxwedêr. Hazim ku di şerê dijî çeteyên DAÎŞ'ê de li refên herî pêş têkoşiya û di vî şerî de bi giranî birîndar bû, bi daxwaz û biryardariyeke mezin xwest têkoşîna xwe bigihîne çiyê.

JI GARÊ HETA AVAŞÎNÊ

Ji aliyê îdeolojîk ve xwe kûr kir, milîtaniya xwe ya li Garê di sala 2019'an de dema ku şer giran bû gihand Avaşînê. Tevlî gelek çalakiyên dijî artêşa Tirk bû û bi wêrekî û fedakariya xwe bû çavkaniya moralê. Di êrişên dawî yên dagirkeriyê de jî derbên giran li dagirkeran xist. 18'ê Nîsanê li Qada Berxwedanê ya Werxelê mîna navê xwe bi rengekî fedaî şer kir û şehîd bû.

'MALBATA WÎ PÊ SERBILIND E'

Fedaî Kobanê ku bandoreke mezin li heval û malbata xwe kir, di serî de li herêma Cezaayê li nava civaka Ereb veguherî sembola berxwedanê.

Elî Xalef El Nofel qala kurê xwe Hazim kir, "Mirovekî xurt, bi îrade û biaqil bû. Malbat, heval, cîran û her kesên ew nas dikir, gelekî jê hez dikir. Di dilê her kesî de cih girtibû. Şehîd bû, ya rast her kes gelekî li ber ket, lê belê bi têkoşîna wî em serbilind in."

'PKK ME HEMÛYAN DIPARÊZE'

Elî Xalef destnîşan kir ku heta PKK'î hebin dagirker wê nikaribin bi hostekê jî bi pêş ve biçin û got, "Hevalên şehîd Hazim nehiştin ku ev dijmin bi ser me ve bê. Tiştek nema ku vê hêza dagirker li gel nekir. Bi Erdogan re nirxekî mirovahiyê nîne. PKK vê xakê û me hemûyan diparêze."

'ÇAVKANIYA HÊZ Û MORALÊ BÛ'

Xwişka Fedaî Kobanê Cewher Elî El Nofel jî got, "Şehîd Hazim mirovekî cuda bû. Ji bo me çavkaniya hêzê bû. Bi têkoşîna xwe jî bû çavkaniya hêz û moralê ji hevalên xwe re. Em ê her tim xwedî li wî û têkoşîna wî derkevin. Em ê li ser şopa wî bin. Ew şehîd bû, lê têkoşîna wî dewam dike."