Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Şehîd Hadî Mihemed El Şûca hate oxirkirin

Şervanê Erka Xweparastinê Şehîd Hadî Mihemed El Şûca li goristana Şehîd Îqap El Eswed bi meresimekê hate oxirkirin.

Şervanê Erka Xweparastinê Şehîd Hadî Mihemed El Şûca li goristana Şehîd Îqap El Eswed bi meresimekê hate oxirkirin. Li navçeya Girkê Legê bi sedan welatiyê navçeya Girkê Legê li Qada Hûriyê cenazeyê şehîd Hadî Mihemed El Şûca ji nexweşxaneya Şehîd Hogir a Navçeya Dêrikê wergirt û ber bi Goristana Şehîd Îqab El-Eswed a li navçeya Til Koçer ve ketin rê. Girse bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ gihişt qada goristanê. Li goristanê ji bo şehîd meresima leşkerî hate lidarxistin.

Di meresimê de ji Fermandarê Hêzên Erka Xweparastinê Yasir Matar axivî. Matar anî ziman ku hêzên tarî bi hemû rêbazan hewl didin civakan ji hev parçe bikin û got: “ Lê gel li ser bingeha fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li ber xwe dide û têdikoşe. Her wiha li ser bingeha neteweya demokratîk, biratiya gelan û jiyana hevbeş dijî. Bi saya hêz û têkoşîna gerîlayên xwe em ê terorê têk bibin û hemû herêmên xwe rizgar bikin."

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Koçer Ehmed Seyid Elî jî axivî û got: "Şehîd rêya têkoşîna me ronî dikin, em ê xwe bi rêxistin bikin û timî şopdarê rêya şehîdan bin."

Piştî axaftinan belgeya şahadetê hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Hadî El Şûca

Navê dayikê: Menîfe

Navê bav: Mihemed

Cih û dîroka ji dayikbûnê: Til Koçber 1996`an

Dîroka tevlêbûnê: 31-6-2020`an

Cih û dîroka şehadetê: 12-5-2022`an li nexweşxaneya şehîd Xebat a Qamişlo