Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser Rojava zêde kirine

Dewleta Tirk a dagirker gundên Minbic, Kobanê û Şehbayê bombebaran kirin. Zêdeyê du sed guleyan berdan herêmê.

Dewleta Tirk a dagirker, bi çeteyên xwe yên ji DAIŞ’ê û yên mîna wê berhev kirine êrîşan dibe bi ser Minbic, Kobanê û Şehbayê de. Dewleta Tirk a dagirker a bi saetan e ku herêmê bombebaran dike, bi sedan guleyên topan berdan.

Piştî gundên Xirab Eto, Zor Mixar, Beyadê, Ehmed Munîr û Ziyaretê îcar bi êrîşa bombebarankirinê li ser gundên Silfetê û Bobanê û Girê Miştenûrêbi hevwextî firînên keşfê jî tên kirin. Li asîmanên Kobanê 5 balafirên keşfê çûn û hatin.

20 guleyên obus bi ser gundên Hirbin û Semuqa yên Şehbayê û derdora Bendava Şehbayê de hatin berdan, zêdeyê 200 caran jî top hatin berdan bi ser gundên Kobanê û Minbicê de.

Dewleta Tirk a dagirker, niha jî gundên Um Dadat û Arbakilo yên Minbicê bombebaran dike.

Di êrîşên bi hevwextî yên bi ser van gundan de, nuqteyên hikûmeta Şamê yên li herêmê ne jî tên bombebarankirin. Tê gotin ku hêzên hikûmeta Şamê jî bersiv dide êrîşan.