Dewleta Tirk bi bombebaranê zarokek qetil kir

Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî karwanê cenazeyên endamên Komîteyên Nibûl û Zehra tê de zarokek hat qetilkirin.

Dewleta Tirk a dagirker li Helebê, karwanê cenazeyên endamên Komîteya Gel a Nibûl û Zehrayê kir armanc. Di encama êrîşê de zarokek hat qetilkirin.

Hat ragihandin ku di êrîşê de zarokek bi navê Elî Hisên Hec Îsa jiyana xwe ji dest daye, welatiyê bi navê Mihdî Ulbe jî birîndar bûye.

Dewleta Tirk a dagirker nava rojê li bakurê Helebê wesayîtek ya ku endamên Komîteya Gel a Nibûl û Zehrayê tê de bûn kir armanc. Di êrîşê de 12 endamên komîteyê jiyana xwe ji dest dan û 14 jî birîndar bûn.