Şehîd Yehiya Zekeriya El Elo hate oxirkirin
Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Yehiya Zekeriya El Elo hate oxirkirin.
Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Yehiya Zekeriya El Elo hate oxirkirin.
Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Yehiya Zekeriya El Elo li goristana şehîdan a li başûrê bajêr hate oxirkirin. Gelek welatî û sazî tev li meresima oxir kirinê bûn. Di meresimê de wêneyê şehîd hatin hilgirtin.
Meresim bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên şoreşê destpê kir. Ewilî Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş axivî. Derwîş anî ziman ku ji bo aramiya herêmê xirab bibe dijmin şev û roj dixebite û got: “Dijminê me bi şev û roj dixebite û naxwaze ku em bi aramî û ewlehî bijîn. Di rojekê de zêdetirî hezar top avêt Şehba, Eyn Îsa û Til Temirê. Armanca wan ew e ku zêdetir xwîn were rijandin û herêmê dagir bikin."
Piştre Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El Ebo axivî û got: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeya me ya demokratîk heye. Ew jî projeya azadiyê ye ku em bi rêya wê dixwazin rûmeta gelê xwe li tevahî Sûriyê bidest bixin. Pêwîstiya vê projeyê bi berdêl û berxwedêran heye. Em vê yekê jî li ser vê axê dibînin. Rojane şehîd têne dayîn û xwîna wan a pîroz ax û projeya me av didin.",
Piştî axaftinan belgeya şehadetê ji aliyê Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mehmûd Ebû Îdo ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.
Nasnameya şehîd wiha ye:
Nav û paşnav: Yehiya El Elî
Navê bav: Zekeriya
Navê dayikê: Caziya
Cih û dîroka jidayikbûnê: Hiwêcet El Zira 1`ê Kanûna 2003`an
Cih û dîroka tevlêbûnê: 17`ê Mijdara 2021`an
Cih û dîroka şehadetê: Eniya El Mihsinlî 13`ê Gulana 2022`an