Li Efrînê di navbera gel û çeteyan de şereke giran diqewime

Li Efrîna dagirkirî de di navbera çeteyan û gel de şerên giran diqewimin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, li Xaçerêya Kawa di navbera çeteyên dewleta Tirk û gel de şerên dijwar rû dan.

Hate diyarkirin ku şer di navbera koma çete ya bi navê “Artêşa Îslamî” û gel de qewimî ye. Nehat zanîn bê ka şer ji ber çi rû daye û kuştî û birîndar hene yan na.