Li Kantona Qamişloyê dest bi xebata serjimartinê hat kirin

Nivîsgeha Plankirin, Geşepêdan û Serjimariyê ya Herêma Cizîrê îro li navçeyên Tirbespiyê, Til Hemis û Ciza û Til Birak ên Kantona Qamişloyê dest bi xebatên serjimariyê kir ku tê payîn du rojan dewam bike.

Xebatên serjimariyê li 4 navçeyan bi tevlêbûna mamosteyên dibistanên Desteya Perwerdehî û Fêrkirinê, Meclîs û komunên van navçeyan dest pê kirin.

Heta niha xebatên serjimariyê bêyî astengî û bi hevkariya malbatên li tax û gundên navçeyan didomin.

Serjimarî bi rêya bernameyeke taybet a Ipadê serjimartin tê kirin. 

Di vê xebatê de hejmara ferdên malbatê yên li derve yan jî li herêmê ne, her wiha malbatên koçber û yên ji derveyî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine û li van navçeyan bi cih bûne. Navên cih, rewşa debarê û civakî ya ferd û malbatê bi rêya lênûska malbatê, nasname û agahiyên ji arşîva komunê têne bidestxistin.

Bi vê xebatê tê armanckirin ku dane bihên komkirin da ku piştre di hemû aliyên tenduristî, aborî, xizmetguzarî û plansaziyên stratejîk ên pêşerojê de daneyên Rêveberiya Xweser û saziyên wê esas bihên girtin.

Ji bo meşandina xebatên serjimariyê ku wê 2 rojan bidome betlane hat ragihandin.