Banga TEV-DEM'ê: Li dijî dewleta Tirk em herêmê biparêzin!

TEV-DEM'ê diyar kir ku gerîlayan derbên giran li dewleta Tirk a dagirker dixin û li dijî Projeya Osmanî banga parastina herêmê hat kirin.

Dewleta Tirk a dagirker di van demên dawî de êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kiriye. Polîtîkayên guhertina demografîk û avakirina xaniyên mêtîngeriyê berdewam dikin.

‘GERÎLA DARBE LI WAN DIXIN’

Di daxuyaniya nivîskî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de hat gotin, "Artêşa Tirk a faşîst bajarê Kobanê kir hedef, gelek gund bi dijwarî topbaran kirin. Hemwextî wê artêşa Tirk a dagirker û hevkarên wê êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dikin û careke din îsbat bû ku artêşa Tirk tevî cebilxaneya xwe ya zêde û hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê nikare li hember berxwedana gerîla bisekine. Di encama berxwedana gerîla de, artêşa Tirk cebilxane û cenazeyên leşkerên xwe li qadên şer hiştin û vekişiya. Helîkopterek Skorsky hat xistin. Ev ji bo dewleta Tirk derbên giran bûn.”

TEV-DEM'ê bal kişand ser projeya dagirkeriyê ya dewleta Tirk û diyar kir ku ev proje gelekî xeternak e û ti têkiliya wê bi biryarên navneteweyî re nîne.

TEV-DEM'ê destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê dixwaze mîna Sancaqê Îskenderûnê xaka Sûriyeyê bi Tirkiyeyê ve girêbide û diyar kir ku dewleta dagirker a ku ji aliyê gerîla ve têk çû, tola xwe ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hiltîne.

TEV-DEM'ê bang li hêzên demokratîk û rêxistinên hiqûqî yên Kurd û Ereb kir ku li dijî Projeya Osmanî ya Nû parastina herêmê bikin û got, "Di destê hikûmeta AKP'ê de ji bilî projeya parçekirinê pê ve tiştek nemaye. Yekane hêza ku dikare li dijî projeyên faşîst raweste gerîla û li dijî dagirkeriyê her kes li ber xwe dide."