Li Kobanê komxebata zimanê Kurdî hat lidarxistin

Bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî şagirtên zanîngeha Kobanê komxebatek lidarxistin.

Şagirtên Zanîngeha Kobanê bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî komxebatek lidarxistin. Komxebat bi dirûşmeya "Zimanê Kurdî li herêmên Rêveberiya Xweser di navbera rastî û hêviyan de " li navenda Çand û Hûnera Baqî Xido dest pê kir. 

Beriya ku bername dest pê bike ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqîqeyek rêz hat girtin.

Piştî rêzgirtinê Rêveberiya Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim axivî

Şervan Muslim bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî û got, “Zimanê Kurdî zimanekî dîrokî ye. Divê em xwedî li zimanê xwe derbikevin. Dijmin dixwaze zimanê me tune bike, lê em tucar rê nadin ku zimanê me bê tune kirin.”           

Her wiha şagirtên zanîngehê jî axivîn.  Mamostayê zimanê Kurdî ya Kantona Kobanê Gulbihar Mele Sedûn hestên xwe wiha anî ziman:  “Destpêkê Esed li tevahiya Sûriyê zimanê Kurdî qedexe kiribû, lê me xwe di hemu qadan de birêxistin kir û me serê xwe netewand.”

Her wiha Rêveberiya SZK ya Qamişlo Viyan Cudî jî wiha axivî: “Ji destpêka damezrandina SZK’ê heta roja me ya îro ji bo pêşxistina zimanê Kurdî me gelek astengîyan re rû bi rû man. Lê bi berxwedana  gelê me, me hemû pirsgirêk derbas kir.”

Hevseroka Zanîngeha Kobanê Şirîn Muslim jî axivî û da zanîn ku şoreşa Rojava ji bo zimanê Kurdî bû çirayek û wiha domand: “Rejîmên ku berê li herêmê serwer bûn, hewl dan ku zimanê Kurdî ji holê rakin. Xwendîn, nivîsandin hemû bi zimanê Erebî bû, bi vê yekê xwestin zimanê Kurdî bidin jibîrkirin. Bi şoreşa Rojava zimanê Kurdî gihişt astek mezin û hemû planên qirêj ya dijmin tek çû.”