Dewleta Tirk 100 penaber şand herêmên dagirkirî
Rêxistin Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku dewleta Tirk 100 penaberên ji Sûriyeyê şand herêmên dagirkirî.
Rêxistin Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku dewleta Tirk 100 penaberên ji Sûriyeyê şand herêmên dagirkirî.
Rêxistin Mafên Mirovan a Efrînê li ser malpera xwe diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê 100 penaberên ji Sûriyeyê ji Deriyê Sînor ê Girê Spî şandiye herêmên dagirkirî.
Dewleta Tirk bi projeya bicihkirina penaberan dixwaze demografiya herêmên dagirkirî biguherîne.