HRE: Li Şera û Marê 3 dagirker hatin kuştin

HRE'yê ragihand ku li bejahiya navçeya Şera ya Efrînê û bajarokê Marê li çeteyên dewleta Tirk a dagirker xistine. Di van çalakiyan de 3 dagirker hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di 9 û 10'ê Gulanê de li dijî dagirkeran çalakî lidar xistine.

Li gorî daxuyaniyê, 9'ê Gulanê li gundê Meryemînê yê navçeya Şera ya Efrînê hêzên HRE'yê avêtin ser komek ji çeteyan.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek birîndar bû û çekeke AK-47 a çeteyan hatiye desteserkirin.

Çalakiya duyemîn jî 10'ê Gulanê li bajarokê Marê hate kirin.

Li gorî daxuyaniyê di vê çalakiya sekvanî de jî çeteyek hatiye kuştin.