Şêniyên Kobanê: Baweriya me bi gerîlayên me heye ku teqez wê bi serkevin

Ji bo silavkirina berxwedanî û têkoşîna ku li çiyayên azad tê dayin, şêniyên navçeya Çelebiyê ya Kobanê wiha gotin; “Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe, li pişt gerîlayên xwe bin.”

Ev demeke ku li çiyayên azad berxwedaniyeke bê hempa tê raberkirin, di heman demê de xiyaneta Mala Barzanî û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re ya ji bo êrîşî qadên gerîla û Başûrê Kurdistanê bike berdewam e. Welatiyên navçeya Çelebiyê ya girêdayî Kobanê têkildarê rewşê wiha gotin, “Wê gerîlayên me teqez bi ser bikevin û faşîzma dewleta Tirk bi bin bikeve.”

Dayîka Aştiyê Şemsê Mehmûd Şêxî diyar kir ku ewê heta dilopa dawî ya xwîna xwe wê her tim piştgiriya gerîlayê xwe bin û wiha pêde çû, “Mala Barzanî va ye bi dewleta Tirk ya dagirker re bûye yek û li dijî gerîla ku ji bo azadiyê têdikoşin şer dike; em dibêjin bila dest ji îxanetê berde.”

Şemsê destnîşan kir ku ew ê bi her awayî piştgiriya gerîlayên xwe bikin û got, “Çi ji me were xwestin em amade ne. Em ê bi her awayî ser bikevin û serkeftin wê her tim para gerîlayên ku ji bo azadiyê têkoşîn dikin be û wê dewleta Tirk û Mala Barzanî jî bi bin bikevin.”

Şemsê anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ne tenê li çiyayên Kurdistanê êrîşan pêk tîne, di heman demê de bi rojane Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bombebaran dike. Dayika Şemsê axaftina xwe wiha domand; “Bi rojane ku dewleta Tirk sivîlan dike hedef.”

Her wiha Dayika Aştiyê Şensê xiyaneta Mala Barzanî şermezar kir û got; “Ger tu behsa mafê Kurdan dikî, tu çima şerê Kurdan dikî ? Ger wisa be tu ji dijminên Kurdan ne cuda yî.”

Şemsê di dawiyê de tekez kir ku wê her tim serkefrin para gerîlayên ku ji bo azadiyê têdikoşin be.

Şêniyê bi navê Îsmaîl jî ev êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qadên gerîla û Başûrê Kurdistanê şermezar kir û wiha dest bi axaftina xwe kir, “Baweriya me bi gerîlayên me heye ku teqez wê bi ser bikevin, va ye li hemberî dewleteke endamê NATO’ê şer dikin, çiqasê êrîş bikin jî em tu carî serî natewînin û em ê teqez bi ser bikevin.”

Îsmaîl xiyaneta Mala Barzanî ya li hemberî Kurdan dike şermezar kir û wiha pêde çû, “Di dîrokê de Mala Barzanî li hemberî gelê Kurd îxanet meşandiye û em dibêjin êdî bes e.”

Îsmaîl ragihand ku Mala Barzanî tenê ji bo berjewendiya xwe kar dike û wiha axaftina xwe domand, “Dema ku Mala Barzanî serdana dewleta Tirk dikin, nikarin di bin aleke Kurdî de bisekinin, di bin ala dagirker de disekinin. Ev yek nîşan dide ku Mala Barzanî xwe firotine û em wan şermezar dikin.”

‘BI SAYA KEÇ Û XORTÊN KURDAN Û GERÎLA TERORA ERDOGAN HAT TUNEKIRIN’

Di beşek din a axaftinên xwe de Îsmaîl diyar kir ku li kû derê tengasî çêdibe gerîla xwe dighîne wê derê û wiha got: “Di şerê ku li Kobanê qewimî gerîla sînor perçe kirin û gelên xwe parastin. Ew hêza reş ku bi felsefeya Erdogan hatiye perwerdekirin, bi saya keç û xortên Kurdan ji Kobanê heta Baxozê tarîtiya DAÎŞ’ê hat tinekirin. Dewleta Tirk ji bo tola wan rake bi rojane êrîşî Bakur û Rojhilatî Sûriyê dike.”

‘EM JI 7 SALÎ HETA 70 SALÎ JI BO PIŞTGIRIYA GERÎLAYÊN XWE AMADE NE’

Îsmaîl di dawiyê de got ku ew ê bi hemû awayî bi ser bikevin û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Baweriya me bi gerîlayên azadiyê heye. Em jî wek gel ji 7 salî heta 70 salî emê piştgiriya gerîlayên xwe bikin.”

Endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Macîde Hesûn jî diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatî Sûriyê ranawestin, her tim zêde dibin û wiha gotina xwe domand, “Di dema dawî de her tim jin ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên hedefgirtin.”

Macîde destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze bi van êrîşan îradeya gel bişkîne û ragihand; “Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi van êrîşan moral û îradeya gelê Kurd bişkîne û êrişên wê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bi vê armancê ye.”

Macîde tekez kir ku wê tu carî dewleta Tirk negihîje armanca xwe û got, “Va ye bi berxwedaniya gerîlayên HPG û YJA Star’ê her tim dewleta Tirk bin dikevin. Wê faşîzma dewleta Tirk bin bikeve.”

Macîde Hesûn di dawiyê de got ew ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan her tim çalakiyan bikin û anî ziman; “Em silavê xwe ji gerîlayên YJA Star’ê û hemû gerîlayan re dişînin û em dibêjin teqez em ê bi ser bikevin.”