ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dagirkeriyê- HAT NÛKIRIN
Dewleta Tirk a dagirker gundên Tewila, Gozeliyê û Til Eleben yên Til Temir, gundê Şiwarxa yê Şera û gundên Mişêrfê û Seyda yê Eyn Îsa û derdora rêya M4'ê topbaran kir. -
Li herêma Cizîrê ji bo Berxwedana 14’ê Tîrmehê merasîm hatin lidarxistin
Li gelek bajar û navçeyên kantonên Qamişlo û Hesekê bi wesîleya 40. salvegera Berxwedana 14’ê Tîrmehê merasîm hatin lidarxistin. Di merasîman de hate gotin ku ewê bi heman ruhî li hember dagirkeriya Tirk a li ser herêmê jî bi ser bikevin. -
Dewleta Tirk 5 kesên din revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî, 5 kesên din revandin. -
PYD’ê li Kobanê pêşengên berxwedana 14’ê Tîrmehê bi bîr anî
PYD’ê bi wesîleya bîranîna salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê 14’ê Tîrmehê li Kobanê civînek pêk anî. -
Şervanê YPG'ê Cûdî Amanos li Helebê şehîd bû
YPG'ê ragihand ku şervanê wan Cûdî Amanos li Helebê di encama qezayê de şehîd bûye. -
Dagirker gundên Şera ya Efrînê bombebaran dikin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şêwarxa, Kela Şêwarxa û Meranaz ên navçeya Şera ya Efrînê bombebaran dikin. -
Li Kobanê cenazeyên du şehîdan hat veşartin
Li Kobanê cenazeyên şehîd Mehmûd Kobanê (Mehmûd Hişî) û şehîd Can Şêr (Ehmed Muslim), bi merasîmeke girseyî hat veşartin. -
Li Dêrazorê çeteyek hat kuştin û yek jî hate girtin
Li Dêrazorê di encama operasyoneke hevpar a QSD û Koalîsyona Navneteweyî de çeteyekî DAIŞ’î hate girtin û yek jî hate kuştin. -
QSD: 3 şervanên me li ser peywira xwe şehîd bûn
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê, nasnameya 3 şervanên xwe yên ku li Hesekê di dema li ser peywira xwe de şehîd bûne aşkera kir. -
Dewleta Tirk li Efrînê 3 kes revandin
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê ya Efrînê 3 kes revandin. Nediyar e ku bi ku ve birine. -
Li Efrînê serçeteyeke din ê DAÎŞ’ê hate kuştin -NÛ BÛ
Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, yek ji serçeteyê DAÎŞ’ê Mahir El Eqal hate kuştin. -
QSD’ê di operasyona li dijî DAÎŞ’ê de 12 çete girt
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê li gelek herêman operasyon li dar xistin û diyar kirin di van operasyonan de 12 çete girtine û gelek alavên leşkerî desteser kirine. -
Di salvegera şoreşa Rojava de civîna Pûtîn-Reîsî-Erdogan
Qesra Qremlînê ragihand ku di 19'ê Tîrmehê de têkildarî Sûriyeyê wê Vladîmîr Pûtîn, Îbrahîm Reîsî û Recep Tayyîp Erdogan di civînekê de li hev kom bibin. -
HTŞ a ku Enqereyê ew li Efrînê bi cih kir, 6 kes revand
Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ku dûvika El Qaîdeyê ye û ji aliyê dewletsa Tirk ve li Efrîn a dagirkerî hate bicihkirin, li navçeya Şêrawayê 6 kes revand. -
Newaf Xelîl: PKK'ê ya 'nepêkan' pêk anî
Ji welatparêzên Rojavayî Newaf Xelîl anî ziman, têkoşîna PKK'ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dîroka Kurdistanê de 'ya nepêkan' pêk anî. -
Dagirker gundên Şehbayê topbaran dike
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Til Enib, Til Şeîr û Helîsa yên Kantona Şehbayê topbaran dikin. -
Artêşa Tirk a dagirker topan li gundên Şehbayê dibarîne
Artêşa Tirk a dagirker topan li gundên Xirnata û Hesaçikê yên Şehbayê barand. -
Al Tûhafîayn bi QSD'ê re ye
Eşîra Al Tûhafîayn ragihand ku dewleta Tirk ji bo xerakirina aramiya Sûriyeyê serî li her rê û rêbazê dide û destnîşan kir ku ew ê li ber dagirkeriyê rabin û bi QSD'ê re bin. -
Partiyên siyasî yên Efrînê li dijî êrîş û gefan banga yekrêziyê li hêzên Sûriyê kir
Partiyên siyasî yên Efrînê li dijî êrîş û gefên dagirkeriyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî Sûriyê daxuyaniyek dan û banga, “Li hember dijminê gelê Sûriyê divê em helwesta xwe bikin yek” kirin. -
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî Bendava Şehbayê dike
Artêşa Tirk a dagirker di roja duyemîn a Cejna Qurbanê de kantona Şehbayê topbaran dike. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel çû serdana goristanên şehîdan
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel û sazî, bi wesîleya Cejna Qurbanê çûn serdana goristanan. -
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê li ser bombebaranên Tirkiyeyê daxuyaniyek da
Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. -
Gelê Kobanê Cejna Qurbanê li goristana şehîdan pîroz kirin
Gelê Kobanê ji bo pîrozkirina Cejna Qurbanê berê xwe dan goristana Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê û cejna xwe pîroz kirin. -
Artêşa Tirk a dagirker gundên Şehbayê bombe dike
Di roja pêşîn a Cejna Qurbanê de jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê qada di navbera gundên Um Hoş û Ehres ên kantona Şehbayê bombe dike. -
PYD’ê Cejna Qurbanê pîroz kir
PYD a ku Cejna Qurbanê pîroz kir got: “Gel cejnê bi gefên êrîşên dewleta Tirk pêşwazî dike.”