PYD’ê li Kobanê pêşengên berxwedana 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

PYD’ê bi wesîleya bîranîna salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê 14’ê Tîrmehê li Kobanê civînek pêk anî.

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi wesîleya bîranîna Berxwedana Rojiya Mirinê 14’ê Tîrmehê li Navenda Çand û Hûner a Baqî Xido civînek lidar xist. Di civîna ku bi dehan siyasetmedar, endamên Saziyên Sivîl û leşkerî lê amade bûn de, têkoşerên avakirina PKK’ê Kemal Pîr, Elî Çîçek, Mehmed Xeyrî Durmuş û Akîf Yilmaz hatin bîranîn.

Di civîna ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir de ji Rêveberiya PYD’ê ya Herêma Firatê Nesta Derwîş berxwedana 14’ê Tîrmehê ya li dijî zext û êşkenceya faşîzma Tirk a li zindana Amedê bi rêzdarî bibîr anî û wiha axivî, “Armanca dewleta Tirk her tim çewisandina berxwedan û serhildana Kurdan e. Bi saya her çar azadîxwazan em îro gihiştin vê astê. Wek gelê Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê çawa li kelha berxwedanê ya Amedê berxwedanek dîrokî hatre nîşandan û ji bo me bû mînaka têkoşînê, em ê jî bi heman ruhî bersiva dagirkeriyê bidin û bi ser bikevin.”

Ji Rêveberiya PYD’ê ya Herêma Firatê Ehmed Xace jî diyar kir ku berxwedana 14’ê Tîrmehê li dijî zilm û polîtîkayê tinekirina vîna gelê Kurd îro bûye çavkaniya berxwedanê û wiha got, "Dewleta faşîst a Tirk ji bo ruhê berxwedanê biçewsîne li dijî pêşengên Tevgera Azadiyê polîtîkayên tinekirinê kiribû dewrê. Bi saya barxwedana pêşengên PKK’ê Kemal Pîr, Elî Çîçek, Mehmed Xeyrî Durmuş û Akîf Yilmaz em îro gihiştin vê astê. Me gotina Mehmed Xeyrî Durmuş a ku dibêje, ‘Li ser kevirê gora min binvîsînin, ez deyndarê welatê xwe me’ ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin."

Ji Rêveberiya Meclîsa Leşkerî ya Kantona Kobanê Mehmûd Demo jî bal kişand ser polîtîkayên Swêd û Finlandayê yên li ser gelê Kurd û wiha domand, "Ji ber ku gelê Kurd bi helwest û berxwedana xwe ya dîrokî ji desthilatdariyê re got 'em êdî koletiyê qebûl nakin' bazarê li ser Kurdan dikin. Em jî xwedî ziman, çand, maf û nasname ne. Ji ber vê yekê divê li her qadê em xwedî li berxwedana 14’ê Tîrmehê derkevin. Ji ber ev berxwedan hebûna me îfade dike. Li dijî her cure êrîşan em ê xwedî li mîrateyê şehîdên xwe derkevin û bersiva herî dijwar bidin dagirker û desthilatdaran."