Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî tevlî operasyonê bûne.
Di daxuyaniya QSD’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“"Di dema borî de, bi taybet piştî dewleta Tirk a dagirker gefên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kir, amadekariyên şaneyên veşartî yên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst ên pêkanîna êrişên li dijî herêmê zêde bûn. Gelek şane ji herêmên dewleta Tirk dagir kirine hatin û dest bi êrişên terorîst kirin. Her wiha ji hedefên wan êrişeke berfireh û xeternak pêk bînin, ew jî revandina jinên rêxistina DAIŞ’ê ji kampa Holê û gihandina herêmên dagirkirî ye.
Ji bo têkbirina wan şaneyên û bi rasthatina gefên dewleta Tirk a dagirker hêzên me bi beşdariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê, Hol, Til Hemîs, Til Birak û Dêrikê dest bi hemleya tunekirina wan şaneyan kir. Di hemleyê de 12 terorîst hatin girtin, cebilxane, çek û amûrên leşkerî yên li gel wan hatin girtin û wiha ne; 4 çekên (47-AK), rexteke leşkerî, 19 jerjûrên çekan û 300 fîşekên wê, 2 demançe, 2 jerjûr û 20 fîşekên wê, 4 bombe, mayînek, amûreke teqandina mayînan a ji dûr ve, 18 telefon, 10 nasname û 6 pasaport.
Rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst hewl dide sûdê ji gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wergire, da ku xwe ji nû ve bi rêxistin bike, bi wê re ewlehî û îstîqrara gelên herêmê dixe xeteriyeke mezin. Ew şane ji herêmên dewleta Tirk dagir kirine tên birêvebirin û şandin.
Tevî ku dewleta Tirk a dagirker her tim li hincet û bihaneyên cuda digire ku êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewa bike, lê di rastiyê de hewl dide ji nû ve rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst vejîne ku careke din li herêmê belav bibe, lê divê civata navneteweyî bi nêrîneke rasteqîn li vê yekê binêre û helwestên tund nîşan bibe."