Bi dehan endamên partiyên siyasî yên herêma Efrînê li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê li hev kom bûn û daxuyaniyek dan raya giştî. Beşdaran wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê bilind kirin.
Endama Komîteya Perwerdeyê ya Tevgera Civaka Demokratîk a herêma Efrînê û serokê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Pêşerojê-Efrîn û Şehba Elî Selamê, daxuyaî bi her du zimanên Erebî û Kurdî xwnedin.
Partiyan di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew îsal Cejna Qurbanê ligel têkoşîna li dijî timayên dewleta Tirk a dagirker û armancên wê yên mêtîngeriyê yên li ser hesabê xak û gelê Sûriyê, pêşwazî dikin.
Her wiha bal kişandin ser siyasetên înkarkirin û çewisandinê yên dewleta Tirk a dagirker û kiriyarên wê yên li dijî îradeya Sûriyan a bêyî destwerdanên derve bikarin çarenûsa xwe diyar bikin.
Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê, hêviyên gelê Kurd û tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê temsîl dike û wiha hate gotin: “Bi nêzîkbûna salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê re, ku pêşeroja çareseriya demokratîk a aloziya Sûriyê temsîl dike, wekî partiyên siyasî yên herêma Efrînê em di ferqa xeteriya êrişa dewleta Tirk a hov de ne. Tecrubeya êrişên li dijî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ku têde hemû cûreyên çekan û yên qedexekirî di nav de, bi kar anîn û dagirkirina wan bajaran, li pêş çavên me ye. Ji lewre, wekî hêzên siyasî yên ji her demê zêdetir baweriyê bi çareseriya siyasî tînin, ji me tê xwestin ku em destê xwe dirêjî hev bikin û li hember dijminê gelê Sûriyê bi giştî û dijminê gelê Kurd bi taybet, xwedî yek helwestê bin da ku em li pêş hemû xeteriyên muhtemel bisekinin û welatê xwe ji dagirkeriyên nû dûr bixin. Her wiha da ku em gefa parçekirina xaka Sûriyê dûr bixin û bi hev re her bihosteke axa xwe ya dagirkirî ji dagirkeriya Tirk a faşîst, rizgar bikin.”
Partiyan, helwesta h;z;n navneteweyî wekî cihê metirsiyê ji gelên herêmê re hesiband, ji ber ku li hember destdirêjiyên domdar ên dewleta Tirk li dijî herêmên bi sivîlan dagirtî û gefên wê yên dagirkeriyeke nû bêdeng in û wiha dewam kir. Ev yek cîhanê û saziyên navneteweyî bi ezmûneke nû re rû bi rû dihêle. Ev gef wê aştî û ewlehiya navneteweyî bixin xeteriyê, ji ber ku dewleta Tirk a dagirker rê dide rêxistinên terorîst ku li cografiya Sûriyê belav bibin, ku dibe karesatên mirovî yên nû li dijî gelên Sûriyê yê mayî rû bidin.”
BANGAWAZÎ
Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û saziyên navneteweyî hat kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin û rê li ber pêkanîna gefên wê bigirin, ku binpêkirineke eşkere ya peymanên navneteweyî yên têkildarî destwerdana li welatên cîran e û dibe ku li herêmê bibe sedema şer.
Her wiha bang li Konseya Ewlehiyê ya navneteweyî hat kir ku bi awayekî lezgîn endamên xwe bicivîne û milên xwe bixe bin berpirsiyariyên parastina herêmên me û pêkanîna biryara 2254’an a navneteweyî.
Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana li diîj dagirkeriya Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû.