Dewleta Tirk li Efrînê 3 kes revandin
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê ya Efrînê 3 kes revandin. Nediyar e ku bi ku ve birine.
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê ya Efrînê 3 kes revandin. Nediyar e ku bi ku ve birine.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), çeteyên 'polîsên leşkerî û polîsên sivîl' ên dewleta Tirk a dagirker avêtin ser malên li gundê Kûra yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê.
Hate ragihandin ku di serdegirtinê de 3 kes hatine revandin.
Li gorî çavkanî, navên kesên hatine revandin wiha ne: Mihemed Îsmaîl Wehîd (32), Hisên Welîd Mehmûd û Ebdo Mihemed Betal (34).
Hêjayî bibîrxistinê ye, ku li navçeya Cindirêsê ya Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, yek ji serçeteyên DAÎŞ'ê Mahîe El Eqal di êrîşeke hewayî ya hêzên Emerîkî de hatibû kuştin.