QSD: 3 şervanên me li ser peywira xwe şehîd bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê, nasnameya 3 şervanên xwe yên ku li Hesekê di dema li ser peywira xwe de şehîd bûne aşkera kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şervanên xwe aşkera kir.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

“Destdirêjiyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin, di wê çarçoveyê de herêm bi hemû cureyên çekên giran û balafirên keşfê tê hedefgirtin. Her wiha tevgera şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê heye. Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk li hember dijminahiya dagirkeran û di têkbirina êrîşên terorîstên DAIŞ`ê de, berxwedaneke bêhempa raber kirin.

Îro em şehadeta 3 şervanên xwe radigihînin ku dema li ser peywira xwe ya leşkerî bûn gihaştin asta şehadetê.

Şehîd Alan Girê Spî nimûneya ruhê hevrêtî û berxwedanê ye, kêliyekê jî di sekina li hember dijmin de dudilî nebû û di şerên li herêmên cuda yên bi çeteyên DAIŞ`ê re bi fedekariyeke mezin şer kir. Her wiha li hember êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê sekinî. Taybetmendiyên wî yên baş hişt ku ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve bê hezkirin.

Şehîd Can Şêr jî piraniya temenê xwe di xizmeta serkeftina şoreşê û pêkanîna armancên şehîdan de bihorand û tev li karwanê şehîdan bû. Şehîd Can Şêr, li hemû qadên ku lê kar kirî, destanên lehengî û fedekariyê nivîsandin, bi performanseke mezin tev li kar bû, wêrek bû û hevalên xwe teşwîqî pêkanîna perspektîfên leşkerî dikir û wek rêya herî guncaw a serkeftina li dijî dijmin dihesiband.

Şehîd Egîd Hesekê, ji bo hevalên xwe sembol û pêşeng bû. Di perspektîfdayîn û rêvebirina wan di demên zehemt de zîrekiya xwe îsbat kir. Di dîroka wî ya dirêj a karê leşkerî di nava refên hêzên me de, bi nêrînên rast û wêrek tev li kar bû. Her wiha hevalên wî kûrbûna wî ya fikirî ferq kir, bi rêya wê karîbû derdora xwe fem bike, planên dijmin vala derxe, pirsgirêkan çareser bike, taktîkên guncaw peyda bike û li gorî wê tevbigere.

Em sersaxiyê didin her sê malbatên xwe yên hêja û gelê xwe. Em soza xwe nû dikin, em ê li ser rêya şehîdan heta pêkanîna armancên ku ji bo wan şehîd bûne û heta rizgarkirina herêmên dagirkirî û qewitandina dagirkeran, em ê têkoşînê bidomînin.

Nasnameyên her sê hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Alan Girê Spî

Navê Rast: Merwan Ubêd Elî

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Girê Spî, 01.01.2000

Navê Dayikê: Ferîde

Navê Bav: Ubêd

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 11.07.2022

***

Nasnav: Can Şêr

Navê Rast: Ehmed Sebrî Muslim

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Kobanê-Qeremox, 01.01.2000

Navê Dayikê: Cahîde

Navê Bav: Sebrî

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 11.07.2022

***

Nasnav: Egîd Hesekê

Navê Rast: Mihemed Ebdullah Nedam

Dîroka Jidayikbûnê: 01.01.1976

Navê Dayikê: Kemra

Navê Bav: Ebdullah

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 09.07.2022”