MAK: Çalakiyên me yê ji bo pîrozkirina Cejna Vejînê didomin
MAK’ê, bi daxuyaniyekê ragihand ku wan bi wesîleya salvegera 46’emîn a damezrandina PKK’ê li Gever, Êlih û Mêrsînê çalakî lidar xistine.
MAK’ê, bi daxuyaniyekê ragihand ku wan bi wesîleya salvegera 46’emîn a damezrandina PKK’ê li Gever, Êlih û Mêrsînê çalakî lidar xistine.
Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK), bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan di çarçoveya pêngava ‘Silavkirina salvegera 46’emîn a damezrandina PKK’ê û mezinkirina şerê azadiyê’ çalakî lidar xistine. MAK’ê diyar kir ku, wan di 22’yê Mijdarê dora saet 19.00’an de li navçeya Colemêrg Geverê bi fîşekên hewayî Cejna Vejînê pîroz kirine.
ÊLIH
Di daxuyaniya MAK'ê de hat ragihandin ku di 23'yê Mijdarê de li Taxa Huzurê ya Êlihê ji bo pîrozkirina Cejna Vejînê agir pêxistine. Hat gotin ku polîsan êrîş kiriye û li ser vê yekê milîsan bi molotofkokteyl û fîşekên hewayî bersiv dane polîsan û demeke dirêj pevçûn derketiye.
MÊRSÎN
Di daxuyaniyê de bal hat kişand ku 25'ê Mijdarê saet derdora 20:00'an de li navçeya Akdenîz a Mêrsînê çalakî hatiye lidar xistin û hat ragihandin ku ala PKK'ê li Taxa Çay hatiye daliqandin.