Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel çû serdana goristanên şehîdan
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel û sazî, bi wesîleya Cejna Qurbanê çûn serdana goristanan.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel û sazî, bi wesîleya Cejna Qurbanê çûn serdana goristanan.
HESEKÊ
Vê berbangê, bi hezaran pêkhateyên bajarê Hesekê, malbatên şehîdan, şervanên YPG/YPJ’ê û QSD’ê û endamên saziyên sivîl berê xwe dan Goristana Şehîd Dijwar a li gundên Dawûdiyê û serdana gorên şehîdan kirin.
Li goristanê, şêniyan û malbatên şehîdan gul danîn ser gorên şehîdan, hinek ayetên Quranê xwendin, hinekan jî şekir li beşdaran belav kirin.
MINBÎC
Şêniyên bajarê Minbicê, malbatên şehîdan, saziyên sivîl û leşkerî berê xwe dan Goristana Şehîdan a li başûrê bajêr û serdana gorên şehîdan kirin. Li wir ayetên Quranê hatin xwendin. Şêniyan hêvî kir ku li seranerê SûriyEYê aramî û aştî pêk were û cejn li hev pîroz kirin.
QAMIŞLO
Li bajarê Qamişlo û gundên girêdayî wê, endamên saziyên sivîl, ewlehî û leşkerî û malbatên şehîdan ji saetên zû yên sibehê de berê xwe da Goristana Şehîd Delîl Saroxan û di roja pêşîn a cejnê de zarokên xwe yên şehîd bi bîr anîn.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajêr tevbîrên ewlehiyê yên pêwîst girtin û hêzên xwe li pêş hemû goristanan belav kirin.
Li goristanan, şêniyan Cejna Qurbanê li hev pîroz kir, şekirên cejnê belav kirin, bixur pê xistin û li ser gorên şehîdan ayetên Quranê xwendin. Şêniyan hêvî kir ku li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aramî û aştî serwer be.
DIRBÊSIYÊ
Di sibeha Cejna Qurbanê de, malbatên şehîdan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe dan Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê navçeya Dirbêsiyê.
Şêniyan kulîlk danîn ser gorên zarokên xwe yên şehîdan, şekir belav kirin û ayetên Quranê xwendin.
HELEB
Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, malbatên şehîdan, şervanên YPG, YPJ’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û saziyên sivîl serdana gorên şehîdan ên li Goristana Şehîdên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên herêma Şiqeyêf ya bajarê Helebê kirin, gul danîn ser gorên şehîdan û ayetên Quranê xwendin.
Li goristanê, piştî deqeyeke rêzgirtin, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hoşmîn Dado Cejna Qurbanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li şehîdan û dayik, hevjîn û zarokên şehîdan pîroz kir.
Hoşmîn got: “Şehîd fermandarên me ne, bi saya wan û bi saya fikrê Rêber Ocalan îro li herêmê gelê me di nav aramî û ewlehiyê de dijî. Em fedekariyên şehîdan ji bîr nakin, em soz didin şehîdan ku em ê herêm û destkeftiyên xwe biparêzin.
Şêniyan û endamên saziyên sivîl û hêzên leşkerî berê xwe da Qada Şehîd Şiyar a li taxa Seken Şebabî ya li Helebê. Li wir endamê Kombûna Oldaran Şêx Elî El-Hesen axivî û got: “Em bejna xwe li hember şehîdan ditewînin, ku bi saya wan em di aramî û ewlehiyê de dijîn.”
El-Hesen Cejna Qurbanê li şervan û malbatên şehîdan pîroz kir.
TIL TEMIR
Şêniyên Til Temirê jî di roja pêşîn a Cejna Qurbanê de serdana goristana şehîdan kirin û zarokên xwe bi bîr anîn.
ŞEHBA
Vê Sibê, bi sedan şêniyên herêma Efrînê û malbatên şehîdan serdana Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê kirin. Li wir, endama rêveber a Meclisa Kantona Şehbayê Nisrîn Mihemed axivî, pesna rola şehîdan di avakirina şoreşê de da û got: “Bi saya fedekariyên şehîdan ku axa welat bi xwîna xwe av dan, em dikarin îro bi rûmet û azadî bijîn. Şoreş bi xwîna şehîdan tê avakirin.”
Beşdaran dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re berz kir.
REQA, TEBQA Û DÊRAZOR
Di roja pêşîn a Cejna Qurbanê de, ji saetên sibehê ve şêniyên Reqa, Tebqa û Dêrazorê jî berê xwe dan goristanên şehîdan û serdana gorên zarokên xwe yên şehîd kirin.
Piştî nimêja cejnê, şênî û endamên saziyên sivîl, saziyên jinan, şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk û Meclisên Malbatên Şehîdan berê xwe dan goristanên şehîdan.
Li Reqayê, malbatên şehîdan berê xwe dan Goristana Şehîdên Reqayê ya li gundê Hikumiyê yê bakurê Reqayê. Şêniyên gundewarê rojhilatê Reqayê jî çûn Goristana Şehîd Sêvdar a li bajarokê Cidêdat.
Li bajarê Tebqayê jî, şênî ber bi Goristana Şehîdên Tebqayê ya li bajrê ve herikîn. Şêniyên gundewarê rojhilatê Dêrazorê jî sardana Goristana Şehîd Xidir Hemade ya li gundê Ebû Xeşeb kir.
Endamên Meclisa Sivîl a Reqayê, Meclisa Sivîl a Dêrazorê û endamên Rêvberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, Partiya Sûriya Pêşerojê, QSD, endamên Hêzên Ewelkariya Hundirîn û şêx û rûspiyên eşîran, Meclisa Malbatên Şehîdan li hemû goristanan amade bûn û cejna malbat û zarokên şehîdan pîroz kir.
Piştî serdana gorên şehîdan, heyeteke Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê serdana saziyên sivîl û leşkerî yên Tebqayê kirin û Cejna Qurbanê li wan pîroz kir.
TIRBESPIYÊ
Li navçeya Tirbespiyê jî şêniyan ji saetên sibehê ve berê xwe da Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê û kulîlk danîn ser gorên şehîdan.
Meclisa Malbatên Şehîdan, şênî pêşwazî kirin. Piştre şêniyan şêranî û şekir belav kirin û li ser gorên şehîdan bixur pê xistin.
DÊRIK
Şêniyên navçeya Çilaxa, Girkê Legê, Til Koçre û Dêrikê û nûnerên desteyên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl jî berê xwe dan Goristana Şehîd Xebat Dêrik û serdana gorên şehîdan kirin.