Navê Mehsa Jîna Emînî li xaçerêya li Lîvornoyê hate kirin
Navê Mehsa Jîna Emînî ya ji aliyê hêzên Îranê ve hatî qetilkirin, li xaçerêyeke li bajarê Lîvornoyê hate kirin.
Navê Mehsa Jîna Emînî ya ji aliyê hêzên Îranê ve hatî qetilkirin, li xaçerêyeke li bajarê Lîvornoyê hate kirin.
Li bajarê Lîvorno yê Îtalyayê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, navê Mehsa Jîna Emînî ya ji aliyê hêzên Îranê ve hatî qetilkirin, li xaçerêya li Via del Risorgimento û Via Don Bosco hate kirin.
Di peyamên li merasîmê hatin dayîn de, hate diyarkirin ku divê her kes ji bo afirandina civakeke adil, berpirsyarî bigire ser xwe.
Nûnerên Heyva Sor a Kurdistanê jî beşdarî merasîmê bûn û gotin, “Em spasiya Şaredariya Lîvorno, Şaredar Luca Salvetti û her kesê ku keda wî/ê di vê yekê de heye, dikin. Em ê piştgiriya xwe ya ji bo her hewldana azadî, edalet û xwedî derketina li mafên mirovan, bidomînin.”