BI DÎMEN

Li Munîh û Osloyê çalakiyên 25’ê Mijdarê

Li paytexta Norweç Osloyê bi wesîleya 25’ê Mijdarê meşa meşaleyî hate lidarxistin. Jinên Kurd li Munîhê tevlî çalakiya 25’ê Mijdarê bûn.

ÇALAKIYÊN 25’Ê MIJDARÊ

Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê li paytexta Norweç Osloyê jin meşiyan.

Çalakî li Qada Sentral a Oslo ji aliyê Platforma Jinên Kurd a Norweç û saziyên jinên Norweçî ve bi rengekî hevpar hate lidarxistin. Çalakî ji bo hemû jinên hatine qetilkirin, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Parlamentera Kurd Seher Aydar di çalakiyê de axivî û li dijî tundiyê banga yekîtiyê li jinan kir.

Piştî axaftinan meş ji stasyona trenê ya navenda Osloyê destpê kir û heta ber parlamentoya Norweçê dewam kir.

Jinên ku bi meşaleyan meşiyan, wêneyên Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan û Evîn Goyî yên li Parîsê hatine qetilkirin, hildan.

Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” hate berzkirin.

MUNÎH

Li bajarê Munîh ê Elmanyayê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê, Elmanan çalakî lidar xistin. Jinên Kurd jî bi cil û bergên xwe yên herêmî, beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” hate berzkirin û daxuyaniya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) jî hate xwendin.