Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê li ser bombebaranên Tirkiyeyê daxuyaniyek da
Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Malbatên şehîdan ên herêma Efrînê li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê kom bûn û daxuyaniyek li ser gefên dagirkeriya dewleta Tirk û êrişên wê yên rojane li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da.
Endama meclisê Menal Şêxo daxuyanî bi zimanê erebî xwend, bi zimanê kurdî jî endamê Komîteya Perwerdeyê ya TEV-DEM`ê ya herêma Efrînê Avdar Ebdo daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser armancên gefên dewleta Tirk a dagirker û gotin: “Armanc pêkanîna Mîsaqî Millî û vegerandina serdema Osmaniyan e. Ji bo wê, bi bihaneya parastina ewlehiya xwe ya neteweyî hewl dide herêmên din ên Sûriyê dagir bikin.”
Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê bang li welatên garantorên agirbestê, Rûsya û DYA kir gef û binpêkirinên rojane yên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê, koçberkirina şêniyan û guhertina demografiya herêmên dagirkirî, rawestînin.
Di daxuyaniyê de diyar kirin ku Tirkiye ku endama NATO`yê ye bi rêya fînansekirina komên terorîst wekî DAIŞ, Cebhet El-Nusra û hwd, hemû bend û qanûnên navneteweyî yên têkoşîna li dijî DAIŞ`ê misoger dikin, binpê dike.
Her wiha di dewama daxuyaniyê de dan zanîn ku piştgiriya leşkerî ya nû ji bo van koman li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dê hemû hewldanên Koalîsyona Navneteweyî û şirîkên wê (QSD) û hêza wan di şerê li dijî DAIŞ`ê de qels bike, bibe sedema tevliheviyê.
Meclîsê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ew ê piştgiriya biryarên Rêveberiya Xweser bikin. Her wiha destnîşan kirin ku ew jî tevlî helwesta partî û hêzên siyasî û nîştimanî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin.
Meclîsa malbatên şehîdan bang li welatên endamên Koalîsyona Navneteweyî bi taybetî Amerîka, Brîtanya, Fransa û Rûsyayê hat kirin ku tedbîrên hişk li dijî Tirkiyê bigirin û qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigirin da ku dagirkeriyeke nû li herêmê çênebe û jiyana bi milyonan mirovan nekeve xetereyê. Her wiha destnîşan kirin ku ew jî tevlî helwesta partî û hêzên siyasî û nîştimanî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin.
Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û berxwedana şêniyên Efrînê yên li kampan bi dawî bû.