Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dagirkeriyê- HAT NÛKIRIN
Dewleta Tirk a dagirker gundên Tewila, Gozeliyê û Til Eleben yên Til Temir, gundê Şiwarxa yê Şera û gundên Mişêrfê û Seyda yê Eyn Îsa û derdora rêya M4'ê topbaran kir.
Dewleta Tirk a dagirker gundên Tewila, Gozeliyê û Til Eleben yên Til Temir, gundê Şiwarxa yê Şera û gundên Mişêrfê û Seyda yê Eyn Îsa û derdora rêya M4'ê topbaran kir.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Dagirkeran gundên Tewila, Gozeliyê û Til Eleben yên Til Temir, gundê Şiwarxa yê Şera û gundên Mişêrfê û Seyda yê Eyn Îsa topbaran kir. Her wiha dagirkeran derdora rêya M4'ê jî topbaran kir.
Tenê li gundê Şiwarxa yê Şera zêdeyî 20 topên obusê ketin.
QSD: MAL Bİ ZANEBÛN TÊN HEDEFGIRTIN
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê têkildarî êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên danê êvarê li dijî Eyn Îsa ya bi obus û havanan daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrîş li gundê Mişêrfê û derdora rêya M4 hatiye kirin û hate destnîşankirin ku dewleta Tirk bi zanebûn malên welatiyan hedef digire.