Al Tûhafîayn bi QSD'ê re ye

Eşîra Al Tûhafîayn ragihand ku dewleta Tirk ji bo xerakirina aramiya Sûriyeyê serî li her rê û rêbazê dide û destnîşan kir ku ew ê li ber dagirkeriyê rabin û bi QSD'ê re bin.

Ji rûspiyên eşîra Al Tûhafhîayn Mûhammed Ahmed El Elî destnîşan kir ku ew li dijî rejîma Tirk in ku tiliya xwe di hemû êrîşên li ser herêmê de heye û got, "Ev êrîş li dijî tevahiya gelên Sûriyeyê ye. Her mirovekî bi rûmet wê xwe biparêze."

Mûhammed Ehmed El Elî li ser gefên dagirkeriyê û êrîşên dewleta Tirk ji ANF'ê re axivî.

Mûhammed Ehmed El Elî ragihand ku dewleta Tirk ji destpêkê ve piştgiriyê dide çeteyên li Sûriyeyê; tenê navên çeteyan hatine guheritn û got, "Piştî ku Baxoz ji dagirkeriyê hate rizgarkirin, dewleta Tirk winda kir. Ji ber vê jî çeteyên xwe şand Efrîn û Serêkaniyê. Yên şandin jî DAÎŞ'î bûn. Tenê navê wan guhertin."

DEWLETÊN EREB JÎ BÊDENG IN

Mûhammed Ehmed El Elî nerazîbûn nîşanî bombardûman dewleta Tirk a li ser herêmê û bêdengiya li hemberî vê da û got, "Neteweyên Yekbûyî bêdeng e. Carna tenê hin daxuyaniyên sivik dide. Dewletên Ereb bi temamî bêdeng in. Heta niha dewletek li ber vê yekê ranebûye."

DEMA YEKÎTIYÊ YE

Mûhammed Ehmed El Elî destnîşan kir ku yekane hêza ji herêmê derketiye û herêmê diparêze QSD ye; ji zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê û got, "Ji Qamişlo heta bi Baxozê azad kirin. Kes nikare vê rastiyê înkar bike. Bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û temamiya Sûriyeyê dikim; li dijî dagirkeriyê bibin yek. Nakokiya navbera fikrên xwe bidin aliyekî û dem hatiye ku li dijî dagirkeriyê em bibin yek. Dema ku me xaka xwe ya dagirkirî rizgar kir em ê van jî çareser bikin. Yên di bin dagirkeriyê de ne divê baş zanibin; zarokên Sûriyeyê ne. Ji aliyê dewleta Tirk ve weke çete têne dîtin, firotin û bikaranîn. Eger destê wan neketibe nav axwînê bila vegerin welatê xwe. Dawiya dawî zarokên vê xakê ne. Ji vê rêyê vegerin."

HER MIROVEKÎ BI RÛMET WÊ XWE BIPARÊZE

Mûhammed Ehmed El Elî destnîşan kir ku li dijî êrîşan wê xwe biparêzin û got, "Divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe ji pêvajoyê re amade bikin. Divê sivîl jî di vî şerî de xwe weke parêvanekî bibîne. Em ne li dijî gelê Tirk e, em li dijî rejîma Tirk e. Di hemû êrîşên li ser herêmê de tiliya dewleta Tirk heye. Ev êrîş li dijî tevahiya gelên Sûriyeyê ye. Lewma her mirovekî bi rûmet wê xwe biparêze. Dibêjin ku wê bi bahaneya PKK'ê êrîş bikin. Ev rast nîne. Armanca êrîşan tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Weke eşîr em ê li ber dagirkeriyê rabin."