Li Kobanê cenazeyên du şehîdan hat veşartin

Li Kobanê cenazeyên şehîd Mehmûd Kobanê (Mehmûd Hişî) û şehîd Can Şêr (Ehmed Muslim), bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Bi sedan şêniyên Kobanê, endamên saziyên sivîl û leşkerî û siyasetmedar ji bo veşartina cenazeyên Mehmûd Kobanê (Mehmûd Hişî) û Can Şêr (Ehmed Muslim) ku di dema peywira xwe pêk dianîn de şehîd bûn, berê xwe dan goristana Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê. Li vir ji bo bîranîna hemû şehîdên Tevgera Azadiyê deqeyek rêz hat girtin.

Piştî rêzgirtinê Rêveberiya Asayîşa Navçeya Sirînê Sabrî Mihemed Misî axivî û got: “Heval Mehmûd di her qadê de cih girt. Di şerê Minbic, Reqa û Eyn Îsayê de her li çeperên pêş bû. Heval Mehmûd xwedî rihê hevaltiyê bû û her tim dixwest ku hevalên xwe pêş bixe û digot; Li kuderê şer hebe ezê li wî derê cih bigirim.”

Hevseroka Dîwana Edaletê ya Herêma Firatê Firyaz Berkel destnîşan kir ku her şehîdek destan û çîrokek e û wiha pêde çû: “Li Goristana Şehîd Dîcle bi hezar çîrok û destan li dora xwe kom kirin. Her du hevalan heta azadiyê û dilopa xwîna xwe ya dawî li berxwe dan. Hêviya her kesî ye ku bigihîjin xeta şehadet û azadiyê. Lê em wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê xwe ji şerê taybet û şerê heyî re amade bikin. Divê em her tim hişyar bin.”

Li ser navê malbata her du şehîdan Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim jî axaftinek kir; Muslim diyar kir: “Şehîd Can Şêr Di roja cejnê de ji dayîka xwe re got ‘Silavê min bigihijîne her kesê li gundê Qeremoxê ye. Her tim planên qirêj li ser me tên meşandin û divê em jî her tim xwedî li destketiyên xwe derkevin û têbikoşin.”

Xwişka şehîd Can Şêr jî dilsoziya xwe ya bi şehîdan re anî ziman.

Piştî axaftinan nasnameya her du şehîdan hat xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Piştî veşartina cenazeyên şehîdan merasîm bi berzkirina dirûşme û tilîliyan bi dawî bû.