PYD’ê Cejna Qurbanê pîroz kir

PYD a ku Cejna Qurbanê pîroz kir got: “Gel cejnê bi gefên êrîşên dewleta Tirk pêşwazî dike.”

Meclîsa Giştî ya PYD’ê bi peyameke nivîskî Cejna Quranê pîroz kir.

Di peyamê de ev hate gotin:

 " Em neteweya îslamê bi giştî û pêkhateyên Sûriyê bi taybet cejna Qurbanî ya îsal digel gefên dewleta Tirk ên êrîşkirina herêmên din ên xaka Sûriyê pêşwaz dikin û civata navneteweyî hîna jî li ser bêdengiya xwe têkildarî sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên Sûriyê, gelên herêmê û cîhanê israr e.

Em Meclîsa Giştî ya PYD’ê bi vê boneya pîroz, hêvî dikin ku gelê Kurd, tevahî pêkhateyên Sûriyê û neteweya îslamê bi aştî bijî. Bang li tevahî etnîk, pêkhateyên gelê Sûriyê, hêzên neteweyî, rêxistinên siyasî, rewşenbîr, oldar, serokeşîr û serokên êlan û hemû kesê dikare rola xwe di civakê de bilîze li gel Rêveberiya Xweser bibin, yekîtiya xwe xurt bikin, çanda diyalog, lêborîn û jiyana hevbeş xurt bikin, parastina destkeftiyên xwe bikin û hemû hewldanên têkildarî tevliheviyê têk bibin.”