Li herêma Cizîrê ji bo Berxwedana 14’ê Tîrmehê merasîm hatin lidarxistin

Li gelek bajar û navçeyên kantonên Qamişlo û Hesekê bi wesîleya 40. salvegera Berxwedana 14’ê Tîrmehê merasîm hatin lidarxistin. Di merasîman de hate gotin ku ewê bi heman ruhî li hember dagirkeriya Tirk a li ser herêmê jî bi ser bikevin.

Bi minasebeta 40’emîn salvegera çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê civînên girseyî li gelek bajar û navçeyên girêdayî kantonên Qamişlo û Hesekê yên herêma Cizîrê hatin lidarxistin.

Berxwedana 14’ê Tîrmeha 1982’yan a li girtîgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê hate pêşxistin li dijî derbaya faşîst a bi serkêşiya Kenan Evren di 12’yê Îlona 1980’yî de bû. Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Hayrî Dûrmûş li pêş dadgeha dewleta Tirk li Amedê greva birçîbûnê ragihand, piştre Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz jî tevlê grevê bûn. Bi wê yekê girtîgeh bûne qada sereke ya berxwedana li dijî faşîzma dewleta Tirk û rejîma Kenan Evren.

HESEKÊ

Bi wesîleya 40’emîn salvegera Berxwedana 14’ê Tîrmehê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Kantona Hesekê civînek li Hola Reşo ya li taxa Mişêrfê lidar xist.

Di civînê de bi sedan şênî û endamên saziyên sivîl amade bûn û têde endama Koordînasyona Kongra Star Avaşîn Efrîn axivî û wiha got: “Berxwedana 14’ê Tîrmehê bingeha derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê bû û ev berxwedan bû rê û têgeha serketinê ya li dijî hemû şêweyên îxanet, zilm û despotiyê.”

Avaşîn Efrîn wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker hemû rê û rêbazên hovane li dijî têkoşeran bi kar anîn da ku vîn û berxwedana wan bişikînin, lê berxwedana ku di girtîgeha Amedê de li dijî xiyanet û zilmê hatiye raberkirin, bû mîraseke dîrokî ji tevahî nifşan re. Her wiha Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi saya Berxwedana 14’ê Tîrmehê pêk hat.”

DIRBÊSIYÊ

PYD’ê civîneke girseyî ji şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê re li stada navçeyê lidar xist.

Di civînê de endama Rêveber a Kantona Hesekê Fîdan Hesekê axivî û şehîdên 14’ê Tîrmehê û serketina vîna wan a li dijî dagirkeriya Tirk a faşîst bi bîr anî.

Fîdan Hesekê bal kişande ser çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin ango Berxwedana 14’ê Tîrmehê ya li girtîgeha Amedê û wiha axaftina xwe domand: “Ew berxwedan ji bo gelê Kurd serketinek bû. Ew ruhê berxwedanê heta roja îro di girtîgehên delweta Tirk ku armanc dike Kurdan li 4 parçeyên Kurdistanê qir bike, berdewam e.”

Fîdan Hesekê îşaret bi berdewama têkoşîna li ser bingehê berxwedana Şehîdên 14’ê Tîrmehê kir û wiha pêde çû: “Divê em yekîtiya xwe xurt bikin û ji bo rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî kedê bidin.”

Fîdanê her wiha bang li gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku xwe bispêrin rêgeza “Berxwedan jiyan e” ku şehîd Mazlûm Dogan di girtîgeha Amedê de destpê kiribû û li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin.

Her wiha PYD’ê li bajarokên Sêgir, Xenamiyê, Til Kerme û Qermanî yên girêdayî navçeya Dirbêsiyê jî civîn lidar xistin.

TIL TEMIR

Şêniyên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê bi civînekê li hola Xeymê şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn. Meclisa navçeyê civîn organîze kir û bi dehan pêkhateyên herêmê û endamên saziyên sivîl tev lê bûn.

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso destpêkê axivî û îşaret bi vîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê kir û got: “Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz 1982’yan di girtîgeha Amedê de li dijî zilma dewleta Tirk dest bi grava birçîbûnê kir û li ber xwe da. Lê dîsa jî ev grev rastî gelek hewldanên tunekirinê hat, ji wan derbeya 12’ê Îlona 1980’ê.”

Xerîb Hiso diyar kir ku berxwedana 14’ê Tîrmehê ya di girtîgeha Amedê de serketineke mezin bû û wiha dewam kir: “Cara yekemîn bû ku dewleta Tirk rastî berxwedaneke wiha tê. Li ser vê em di şexsê şehîdên 14’ê Tîrmehê de hemû şehîdan bi bîr tînin.”

ŞEDADÊ

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li hola Azadî (Huriye) bi beşdariya hemû saziyên sivîl û partiyên siyasî û gel civîneke berfireh lidar xist.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Mistefa Ehmed axivî û îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker hîn jî hewl dide xewnên Osmaniyên pêk bîne û nifûsên xwe li herêmên din berfireh bike, her wiha vîna gelê azadîxwaz bişkîne.

Mistefa Ehmed da zanîn ku şoreşa gelê Bakur û Rojhilatê Sûriy bi saya berxwedana hemû şehîdan û hevgirtina pêkhateyan a li hemberî hemû siyasetên hewl da destkeftiyên şehîdan derbe bikin, lidar ket. Ev jî isbat dike ku li dijî tevahiya komployan ew destek in. Di dawiyê de Mistefa Ehmed soza şopandina rêya şehîdan da.

HOL

Li navçeya Holê jî şêniyan berxwedana şoreşgerên pêşeng ên tevgera rizgariya Kurdistanê li Hola Giştî ya civînan a navçeyê bi bîr anîn.

Di civînê de endamê rêveber ê PYD’ê Emar Mûsa axivî û piştrast kir ku berxwedana Girtîgeha Amedê bandoreke mezin li siyaseta dewleta Tirk kir û got: “Çawa ku berxwedana şoreşgerên Kurd li Girtîgeha Amedê li dijî faşîzmê bi serket, wê berxwedana pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirk jî biser bikeve.”

Di dawiya civînê de sînevîzyonek li ser Berxwedana 14’ê Tîrmehê hat pêşandan.

Li taxa Xiwêran û Kampa Waşûkanî yên Hesekê jî civînên bi heman rengî hatin lidarxistin.

QAMIŞLO

Li hola Efrîn a li rojhilatê bajarê Qamişloyê jî civînek hat lidarxistin, nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û girseya gel beşdar bûn.

Di civînê de hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed şehîdên 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn û got: “Di kesayeta şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê de em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin.”

Rûken Ehmed tekez kir ku berxwedana Alî Çîçek, Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş û Akîf Yilmaz dest pê kiriye, heta roja me ya îro didome û bi hezaran têkoşer li dijî faşîzmê li ser şopa wan dengê azadiyê bilind dikin.

Rûken Ehmed her wiha bal kişand ser gefên dewleta Tirk a dagirker û got ev gef li dijî hemû pêkhateyên herêmê ne û divê gel li hemberî êrişên dijmin amade be.

Li rojavayê bajarê Qamişlo jî li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê bi amadebûna bi dehan malbatên şehîdan û endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî, civînek hat lidarxistin.

Endamê PYD’ê Sabir Mihemed di civînê de axivî û bang li beşdaran kir ku li ser xeta şehîdên 14’ê Tîrmehê bimeşin û li hemberî gef û êrişên dagirkeriya Tirk bisekinin.

Sabir bal kişande ser girîngiya hevgirtina gelên herêmê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û got: “Divê hemû pêkhateyên civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bîr nekin ku di oxira azadî û yekîtiya gelan de me bedelên giranbiha dan.”

Sabir diyar kir ku divê li hemberî fedakariyên şehîdan û yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe berpirsyar bibînin û got: “Bi hezaran girtî û şehîdan ji bo demokrasî û jiyana azad de cane xwe feda kir. Rêber Ocalan jî zêdetirî 20 sal in di Girtîgeha Îmraliyê de ji bo doza Kurdî tê dikoşe.”

AMÛDÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê, nûnerên partiyên siyasî û sivîl tevlî civîna ku li Navenda Çandê ya navçeyê hate lidarxistin, bûn. Hola civînê bi wêneyên şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû xemilandin.

Di civînê de li ser Berxwedana 14’ê Tîrmehê sînevîzyonek hat nîşandan. Piştre endamê Partiya Yektiiya Demokratîk (PYD) a navçeyê Seîd Sîpan axivî û şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê û hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn.

Seîd Sîpan diyar kir ku divê têkoşîn û berxwedana li ser şopa şehîdên 14’ê Tîrmehê bê mezinkirin.