HTŞ a ku Enqereyê ew li Efrînê bi cih kir, 6 kes revand

Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ku dûvika El Qaîdeyê ye û ji aliyê dewletsa Tirk ve li Efrîn a dagirkerî hate bicihkirin, li navçeya Şêrawayê 6 kes revand.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li navçeya Şêrawa ya Efrînê 6 kes revandin.

Hate ragihandin ku kesên hatine revandin û nayê zanîn bi ku ve birine ev in: Osman Xelîl, Îbrahîm Cûma û Henîf Osman ên ji gundê Beiye, Ehmed Cemal û Hemîd Seydo yên ji gundê Xezawiye û Tehsîr Salih ê ji gundê Basûfanê.

Heman çavkaniyan diyar kirin, ku kesên navborî bi fermana serçete Ebû Mihemed Qelemonî ve hatin revandin ku ev serçete bi îstîxbarata dewleta Tirk MÎT'ê re dixebite.

Çeteyên HTŞ'ê ku ji aliyê dewleta Tirk ve ji herêmên cuda hatin anîn û li Efrînê hatin bicihkirin, ji meha Gulanê û vir ve li Şêrawa û Cindirêsê yên dagirkirî li gelek herêmên Kurdan belav bûn.

Tê gotin ku ev bicihkirina çeteyan di çarçoveya plana 'kembera reş' a dewleta Tirk de hatiye kirin ku ji başûrê Efrînê heta bi rojavayê Minbic û Kobanê paqijiya etnîkî dike.