Dagirker gundên Şera ya Efrînê bombebaran dikin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şêwarxa, Kela Şêwarxa û Meranaz ên navçeya Şera ya Efrînê bombebaran dikin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şêwarxa, Kela Şêwarxa û Meranaz ên navçeya Şera ya Efrînê bombebaran dikin.
Hat ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şewarxa, Kela Şewarxa û Meranaz ên navçeya Şera ya Kantona Efrînê ya dagirkirî bombebaran dikin.
Heta niha herî kêm nêzî 18 topan li wê herêmê ketine.
Hat zanîn ku bombebaran berdewam e û zirarên madî çêbûne.