Newaf Xelîl: PKK'ê ya 'nepêkan' pêk anî
Ji welatparêzên Rojavayî Newaf Xelîl anî ziman, têkoşîna PKK'ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dîroka Kurdistanê de 'ya nepêkan' pêk anî.
Ji welatparêzên Rojavayî Newaf Xelîl anî ziman, têkoşîna PKK'ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dîroka Kurdistanê de 'ya nepêkan' pêk anî.
Ji welatparêzên Rojavayî Newaf Xelîl ji ANF'ê re qalê kir bê Tevgera Azadiyê ya Kurd çawa nas kiriye. Xelîl got, "Em li Tirbespiyê bûn. Komeke talebeyan hebû. Di nav de hevalekî bi navê Xebat hebû. Piştre şehîd bû. Talebeyan rojên Înê ji me re gotinên hevalan şîrove dikirin. Em berê PDK'î bûn. Bi saya van talebeyan di sala 1988'an de fikrê Apoyî kete mala me. Di salên 1986-1987'an de ciwanekî li Şamê dixebitî hate gundê me û qala şoreşa li Bakurê Kurdistanê, Rêber Apo dikir, digot ku wê Kurdan rizgar bikin. Tevî ku di vê der barê de zêde agahiya me tune bû jî sempatiyek bi me re çêbû."
ÇÛN GEL ABDULLAH OCALAN
Newaf Xelîl anî ziman ku di Mijdara 1997'an de çû gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelekî jê bi bandor bû. Newaf Xelîl got, "Hatina Rêber Abdullah Ocalan û PKK'ê ya li Sûriyeyê bandoreke mezin kir. Hate fêhmkirin bê welatparêzî çi ye. Gel ji her demê bêhtir xwedî lê derket. Gelek ciwan tevlî nava şoreşê bûn û şehîd bûn. Kurdîtiyeke welê çêbû ku ne li xwe, lê li hemû Kurdan difikirî. Rojava bû eniyeke şoreşa Bakurê Kurdistanê."
JI YÊN DIN CUDATIR BÛN
Newaf Xelîl ragihand ku heta tevgera PKK'ê destpê bike, tevgerên din ên Kurd nekarîn ji parçeyê lê bûn derkevin, pirsgirêkên wan ên pêşengiyê hebûn û temenê wan jî demkurt bûn û got, "PKK li Bakurê Kurdistanê bi tenê nema. Li hemû parçeyên Kurdistanê û her devera cîhanê belav bû. PKK'ê rastiay dîrokê û civaka Kurd nîşan da. Hînî Kurdan kir ku çawa dikarin xwedî li rastiyan derkevin. Yên ku rastiya PKK'ê heta niha nas nekirine divê êdî nas bikin. Ya ku Kurdan azad bike ev tevger e. Naskirina PKK'ê baweriyê dide mirovan."