Li Dêrazorê çeteyek hat kuştin û yek jî hate girtin
Li Dêrazorê di encama operasyoneke hevpar a QSD û Koalîsyona Navneteweyî de çeteyekî DAIŞ’î hate girtin û yek jî hate kuştin.
Li Dêrazorê di encama operasyoneke hevpar a QSD û Koalîsyona Navneteweyî de çeteyekî DAIŞ’î hate girtin û yek jî hate kuştin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarê operasyona hevpar a hêzên wan û hêzên Koalîsyona Navneteweyî ku duh li rojhilatê Dêrazorê pêk hat, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parevkirin:
“Yekîneyên taybet ên QSD`ê, bi piştgiriya ji erd û hewayê ve ya hêzên Koalîsyona Navneteweyî duh (12`ê Tîrmehê) li gundên rojhilatê Dêrazorê li dijî hucreyeke DAIŞ`ê operasyoneke ewlehiyê li dar xist.
Operasyon li herêma El Zur li dijî 2 çeteyan pêk hat. Ew çete, di leşkerkirina çeteyan di nava DAIŞ`ê de çêkirina mayinan li kêleka serçeteyekî DAIŞ`ê û veguhastina wan ji bo hucreyan kar dikir, her wiha tev li êrîşên li dijî endamên hêzên me yên leşkerî li gundên Dêrazorê bûne.
Hêzên me, bi ser cihê her du çeteyan de girt, çeteyek hat girtin û çeteyê din jî reviya, piştre ji cihê ku lê xwe veşartibû gule li hêzên me reşandin. Di şer de ew çete hat kuştin.
Hêzên taybet cih kontrol kir û çek û pêdiviyên li malên wan tevî belgeyên li gel wan, desteser kirin.
Xebatên hevbeş ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî li dijî terorê ji bo rawestandina tevgera hucreyên DAIŞ`ê û hucreyên din ên terorîst ên li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalak, her wiha ji bo dûrxistina gefa li ser jiyana şêniyan û mayîndekirina aramî û îstiqrarê li herêmê, dewam dikin.”