MKG: Divê demildest rojnamevanên binçavkirî bên berdan

MKG'ê, bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku divê demildest rojnamevanên ku di êrîşên qirkirina siyasî de hatine binçavkirin, bên berdan.

Seroka Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna, rojnamevan Ahmet Sumbul, Erdogan Alayumat, Bîlge Aksu û Mehmet Uçar jî di nav de gelek kes îro di encama serdegirtinên malan ên li gelek bajaran de hatin binçavkirin.

Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) têkildarî binçavkirinan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

ZEXTÊN LI DIJÎ ROJNAMEVANÊN JIN DIJWARTIR DIBIN’

MKG’ê wiha got: “Piştî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî, di çarçoveya lêpirsîna Eskîşehîrê de îro polîsan li Amed, Stenbol, Mêrdîn, Şirnex û Rihayê malên rojnamevanan jî di nav de bi ser gelek malan de girtin. Seroka MKG’ê Roza Metîna jî di nav de gelek rojnamevan hatin binçavkirin. Her wiha polîsan bi ser mala rojnamevan Gulcan Derelî de jî girt. 

Ev rastiyeke ku azadiya çapemenî û ragihandinê mafekî makeqanûnî ye û kevirê bingehîn ê civakên demokratîk e. Lê ev bûyerên ku îro em dibin şahid, nîşaneya zexta sîstematîk a li ser xebatkarên çapemeniyê ye. Nayê qebûlkirin ku di serî de rojnamevanên jin ji bo eşkerekirina heqîqetê bibin hedef. Ev mudaxaleya der hiqûqî ya li hemberî hemû rojnamevanên jin, ne tenê li hemberî pîşeya rojnamevaniyê, di heman demê de li hemberî mafê xwe gihandina nûçeyên rast êrîşek e. 

Em weke Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê careke din tekez dikin ku em ê tu carî tawîzê ji îradeya xwe ya berdewamkirina erka xwe ya dengê gel û parastina mafên rojnamevanên jin nadin. Zext, binçavkirin û polîtîkayên tirsandinê wê nebin sedem ku em dest ji têkoşîna heqîqetê berdin.

‘DIVÊ HEMPÎŞEYÊN ME DEMILDEST BÊN BERDAN’ 

Di vê çarçoveyê de em daxwaz dikin ku demildest hevalên me yên dij hiqûqî hatine binçavkirin serbest bên berdan. Em bang li berpirsyaran dikin ku dawî li van pêkanînên ku azadiya çapemeniyê binpê dikin, bînin. Em hemû kes û saziyên ku mafê gel ê agahdarkirinê diparêzin vedixwînin hevgirtinê."