ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Di êrîşa li Qamişloyê de Baran Nisêbîn şehîd bû
YPG’ê ragihand ku di encama êrîşa dewleta Tirk a li ser Qamişloyê de Baran Nisêbîn ku bi awayek çalak di têkoşîna ji Kobanê heta Minbicê, ji Reqayê heta Dêrazorê ya li dijî DAÎŞ’ê de cih girt, şehîd bû. -
Hevseroka TEV-DEM'ê: Êrîşa li Silêmaniyeyê piralî ye
Hevseroka TEV-DEM'ê Rûken Ehmed diyar kir, ku hedefa êrîşa 7'ê Nîsanê ya li ser Balafirgeha Silêmaniyeyê piralî ye û got, "Yekîtiya neteweyî ya Kurd û hêzên li dijî DAÎŞ'ê şer dikin bûne hedef." -
Dewleta Tirk li Qamişloyê bombe li wesayitekê barand
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê nîvê şevê bi balafireke bombebarkirî ya bêmirov êriş bir ser wesayitekê. -
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê li dijî ambargoyê banga lezgîn kir
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ji bo rakirina ambargoyê bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî kir -
Ji bo Şehba, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga lezgîn hate kirin
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî kir ku zextê li hikumeta Şamê bikin da ku ambargoya giran a li ser Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rake. -
Li Hesekê piştgiriya ji bo serhildana li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê
Li bajarê Hesekê jinên ciwan ji bo piştgirî bidin serhildanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê û êrîşên jehrîkirina xwendekarên jin şermezar bikin, li ser dîwarên dibistanê jina bi maske û dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî’ nivîsandin. -
QSD’ê bersiv da êrîşa bi fuzeyê
QSD’ê diyar kir li Dêrazorê wan bersiv dane êrîşa bi fuzeyê. -
Şêniyên Kobanê sersaxî da malbata şehîd Îskender
Şêniyên herêma Firatê di merasîma sersaxiyê ya malbata şehîd Îskender de destnîşan kirin ku ew ê heta pêkanîna serketinê rêya şehîdan bişopînin. -
YPG'ê şehîd Şahîn Cûdî bi bîr anî
YPG'ê Şahîn Cûdî bi bîr anî ku ji bo dermankirinê çûbû Başûrê Kurdistanê, lê di dema vegerê de 30'ê Cotmeha 2018'an de di êrişa artêşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû. -
'Mafê kesî nîne ku bi darê zorê ola wan biguherîne'
Ji rêveberiya Rabîtit Ehil El Beyt Şêx Mihêdîn Elî bal kişand ser zordariya dewleta Tirk a li Efrînê ku Îslamiyetê li ser Êzidiyan ferz dike û destnîşan kir ku kiryarên bi vî rengî li dijî Îslamiyetê ye. -
'Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê li qadan bin'
Şêniyên herêma Firatê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin, “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê bi şev û roj li qadan bin.” -
Jin a ji Efrîn a dagirkirî rizgar bû: Rewşa Efrînê ji ya Şengalê zehmettir e
Jineke Êzidî ya ji Efrîn a dagirkirî rizgar bû, diyar kir ku bûyerên li Efrînê diqewimin ji yên li Şengalê zehmettir e û qala hovîtiya çeteyên dewleta Tirk a li nava Efrînê û zindanan kir. Ji bo wê jî bang kir ku Efrîn tavilê bê rizgarkirin. -
Li Hesekê 4 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
QSD`ê bi tevlêbûna endamên CTG û Koalîsyona Navneteweyî operasyonek li dijî şaneyeke DAÎŞ`ê li gundewarê Hesekê li dar xist û di encama operasyonê de 4 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin. -
Ji bo gerîlayê HPG'ê Hogir Qamişlo konê sersaxiyê hat danîn
Ji bo gerîlayê HPG’ê Hogir Qamişlo yê ku di 7’ê Cotmeha 2020’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, li Qamişloyê ji bo sersaxiyê serdanên girseyî pêk hatin. -
Dagirkeran êrîş birin ser Eyn Îsa û Şêrawayê
Dewleta Tirk a dagirker li gel çeteyên xwe bombe li gundên Eyn Îsa û Şêrawayê barand. -
Şervan Sason: Em hemû deyndarê Hevalê Fazil in
Fermandarê YPG'ê Sason got, "Hevalê Fazil bi taktîk û stratejiya xwe DAÎŞ hejmand hilweşand. Li cihê ku wî koordîne dikir, DAÎŞ nikarîbû bi pêş ve biçe. Şoreşa Rojava û mirovahî deyndarê wî ye. Keda wî ji bo me gelekî hêja ye." -
MSD’ê banga rabûna li ber êrîşa dewleta Tirk a dagirker kir
MSD’ê banga rabûna li ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker kir ku armanc dike rola Kurdan di çareseriya demokratîk de asteng bike û hewldanên têkoşîna li dijî terorê û hevkariya di navbera Iraq, Sûriye û Koalîsyona Navneteweyê de têk bibe. -
Li Efrînê çeteyan êşkence li Elî Mihemed Egreş kir
Çeteyên Ceyş El Şerqiye yên dewleta Tirk, êşkence li Elî Mihemed Ergel kir û pereyê wî desteser kirin ku ji gundê Senarê revandin. -
Ferhad Şamî: Me agahiyên derbarê Mezlûm Ebdî sînordar kir
Berbirsê Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê Ferhad Şamî wiha got ku Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî heta ku bi awayekî bi ewle gihişt cihê xwe, me agahiyên derbarê êrîşê sînordar kir. -
Li Qamişlo û Kobanê cejnên Biharê hatin pîrozkirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Qamişlo û Kobanê cejnên Biharê pîroz kir. -
Dewleta Tirk 3 kesên Efrînî revandin
Hêzên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Mabata ya Efrînê, yek jê jin 3 kes revandin. -
Salih Muslim: Hilbijartin rasterast bandorê li Rojava dike
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim destnîşan kir ku hilbijartinên li Tirkiyeyê wê rasterast bandorê li Rojava bike û got: "Em hemû amadekariyên xwe yên ji bo berxwedana li dijî faşîzma ku tu pîvan û hiqûqê nas nake, didomînin." -
Cenazeyê şehîd Cemîl Tirbespiyê hate veşartin
Bi sedan şêniyên Tirbespiyê cenazeyê endamê QSD’ê Cemîl Cûma El Şêx Hindî ku ji ber nexweşiyekê şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dilşêr a gundê Dugirê veşartin. -
El Îsa: Rêber Apo di mejiyê her kesî de şoreşek pêk anî
Parêzer Mahmûd El Îsa destnîşan kir ku bêdengiya hêz û rêxistinên navneteweyî li hemberî tecrîda li Îmraliyê, hewldanek ji bo astengkirina têkoşîna azadiyê ya gelan e. -
Şehîdên enternasyonal ên Şoreşa Rojava -XI: Kevin Jochim
Piştî ku pirtûka Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwend, diyar kir ku ev yek rêya rast e û berê xwe da Kurdistanê... Destpêkê çû Qendîlê, tevlî nava gerîla bû, piştre jî li Rojava li dijî DAÎŞ'ê şer kir, fermandarî kir.