'Desthilatdar naxwaze Kurd li rojava bibe xwedî gotin'
Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz diyar kir ku desthilatdariya AKP'ê naxwaze Kurd li rojava bibe xwedî gotin, naxwaze Kurd tevlî rêveberiya bajaran bibe.
Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz diyar kir ku desthilatdariya AKP'ê naxwaze Kurd li rojava bibe xwedî gotin, naxwaze Kurd tevlî rêveberiya bajaran bibe.
Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz polîtîkayên qeyûm ên desthilatdariyê û karên DEM Partiyê yên li Stenbolê li dijî qeyûm dimeşîne ji ANF'ê re nirxand. Mûrat Kalmaz anî ziman ku tayînkirina qeyûm li Şaredariya Esenyûrtê darbeyek li dijî 'lihevkirina bajêr' e û diyar kir ku êdî li rojava jî polîtîkaya qeyûm tê meşandin. Mûrat Kalmaz got, "Beriya niha li Kurdistanê 2 serdeman qeyûm hatibûn tayînkirin, ev dema sêyemîn e. Destpêkê qeyûm li Colemêrgê tayîn kirin, piştre li Esenyûrt, Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê tayîn kirin. Sedemên bingehîn hene ku dewlet gelekî li ser Esenyûrtê disekine; li wê derê 'lihevkirina bajêr' pêk hat. Em dibînin, li vê derê îrade hate desteserkirin. Sedemeke din jî ew e ku Kurd yekemcar li Stenbolê bûn xwedî gotin. Bi taybetî dest li feraseta şaredariyê ya Ahmet Ozer hate werdan. Her wiha hate dîtin, feraseta şaredariyê ya li Esenyûrtê ji aliyê gel ve hatiye pejirandin."
NIKARIN XWE LI HEBÛNA LI ROJAVA RABIGIRIN
Kalmaz destnîşan kir ku desthilatdarî bi taybetî nikare xwe lê rabigire ku Kurd li bajarên rojava di rêveberiyê de hebe û got, "Beriya her tiştî medya desthilatdariyê heman piştî hilbijartinê bi nûçeyên xwe hewl da terorîze bike. Ev yek destwerdana li Kurdan bû ku bi 'lihevkirina bajêr' tevdigeriyan. Em bi rastiya desthilatdariyeke welê re rû bi rû ne ku nikare qebûl bike ku Kurd li rojava bi partiyên cuda re tevbigerin. Bi vê polîtîkaya qeyûm re pêşî li vê yekê jî vebû; êdî qeyûm li bajarên rojava jî dikarin bêne dîtin. Xwe li 'lihevkirina bajêr' û mafê gotinê yê Kurdan ranagirin. Li hemberî konserên Kurdî, çalakiyên çandî yên cuda û gavên têkildarî polîtîkayên jinê darbeya qeyûm hate kirin. Li hemberî ziman, hebûn û nêzîkatiya polîtîk a Kurdan darbe hate kirin."
NERAZÎBÛNA CHP'Ê YA LI HEMBERÎ QEYÛM TÊRÊ NAKE
Kalmaz ragihand ku CHP'ê nerazîbûneke têrker li hemberî qeyûm nîşan neda û got, "CHP di hilbijartinên dawî de bû partiya yekemîn a li vî welatî. Nerazîbûna hate nîşandan gelekî lawaz e. Bi têrkerî nerazîbûn nehate nîşandan. Tenê bi rexnekirinê nabe. Qeyûm li şaredariyekê hatiye danîn, qeyûm li partiya damezrînerê komarê hatiye danîn, lê belê sekneke têrker a dijber nehate nîşandan ku ev yek jî bû sedem ku desthilatdarî qeyûmên nû tayîn bike. Weke DEM Partî xeteke me ya têkoşînê heye. Em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Li Esenyûrtê bi me hêzên ked, aştî û demokrasiyê re du hevdîtin pêk anîn. Di 8'ê Kanûnê de em ê mîtîngekê lidar bixin, yek ji mijarên bingehîn ên mîtîngê jî wê têkoşîna li dijî qeyûm be."
TAYÎNKIRINA QEYÛM JI TECRÎDÊ CUDA NÎNE
Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz herî dawî got, "Piştî banga Birêz Ocalan yekser qeyûm tayîn kirin û hevdîtin qedexe kirin. Ev yek jî nîşan dide ku pêvajoyeke li gorî xwe, aştiyeke li gorî xwe ferz dikin. Qeyûm jî şantaja vê ferzkirinê ye. Polîtîkayên tecrîdê li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd weke amûrekê têne bikaranîn. Ev polîtîkaya şantajê bi kêrî Tirkiyeyê nayê. Xwestin bi polîtîkaya tecrîdê ya li ser Birêz Ocalan encamê bi dest bixin, lê belê nebû, wê nebe. Van polîtîkayan Tirkiye tengav kirin, xist nava krîzên piralî. Bi polîtîkayên tecrîd û qeyûm nikarin encamê bi dest bixin. Ji bo aştiya li Tirkiyeyê divê tavilê bi muxataban re rûnên û biaxivin."