Şervan Sason: Em hemû deyndarê Hevalê Fazil in

Fermandarê YPG'ê Sason got, "Hevalê Fazil bi taktîk û stratejiya xwe DAÎŞ hejmand hilweşand. Li cihê ku wî koordîne dikir, DAÎŞ nikarîbû bi pêş ve biçe. Şoreşa Rojava û mirovahî deyndarê wî ye. Keda wî ji bo me gelekî hêja ye."

Hevrêyê fermandar Fazil Botan ku 15'ê Hezîrana 2022'an li Ewropayê şehîd bû, Şervan Sason ê li Rojava wiha axivî: "Li eniyên şer hemûyan fermandarî kir. Bi taktîk, stratejî û jiyana xwe bû fermandarê me. Min gelek tecrûbe û dersên girîng jê wergirt. Fermandarê me hemûyan bû. Fermandarê serketinê yê demê bû. Şervanên YPG'ê hemû dan ser şopa wî."

Ji fermandarên Herêma Cizîrê yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Şervan Sason qala Fermandar Fazil Botan kir ku li rojava li gelek eniyan şer kir.

Sason di şexsê fermandar Fazil Botan de şehîdên şoreşê hemû bi bîr anî û diyar kir ku dema DAÎŞ'ê êrîşî Cezaayê kir, wî fermandar Fazil Botan nas kir.

Li ser têkoşîna li herêma Cezaayê û bandora fermandar Fazil Botan a li ser têkoşînê Şervan Sason wiha axivî:

'BI TAKTÎK Û STRATEJIYA XWE DAÎŞ HEJAND, ŞIKAND'

" Piştî êrîşa li ser Şengalê, DAÎŞ'ê bi hemû hêz, teknîk, tank û topên xwe êrîşî herêma Cezaayê kir. Êrîş di asteke welê mezin de bû, ku eger bi ser ketibûya wê bandor li tevahiya Rojava bikira. Lewma dikarim bibêjim ku Cezaa nuqteyeke gelekî hesas bû. Hevalê Fazil berpirsyarê vê eniyê bû. Eniya Cezaa bi temamî ji aliyê hevalê Fazil ve dihate koordînekirin. Em jî weke hêza Qamişloyê tevlî pêvajoyê bûn. Me hevalê Fazil li wir dît û nas kir. Li gel wî me gelek tişt nas kir. Di vî şerî de min gelek ders û tecrûbeyên hêja ji hevalê Fazil wergirt. Bi rastî jî hevalê Fazil di vî şerî de bi roleke gelekî mezin rabû. Fermandarê eniyê bû. Fermandarê me hemûyan bû.

Asta hevalê Fazil, stratejî û taktîkên ku wê demê afirand sîstema DAÎŞ'ê têk bir. Baweriya DAÎŞ'ê ya ji bo serketinê hejand, şikand. Baş tê bîra min, DAÎŞ'ê di roja destpêkê de dema êrîşî gelek nuqteyên hevalan kir, gelek ji wan bi dest xistibû. Lê belê hevalan bi çeperên ku li navenda Cezaayê danîn, pêşî li pêşketina wan girtin. Piştre jî hemû nuqteyên ketin destê wan ji çeteyan paqij kirin. DAÎŞ a ku jê hebû her gava bixwaze dikare bi pêş bikeve, li Cezaayê bi pêş neket, lewma jî şikest. Me di cîhazê de li DAÎŞ'ê guhdarî dikir. Serçeteyên DAÎŞ'ê ji hev re digotin, 'Me di nava 6 saetan de Mûsil bi dest xist, dest danîn ser bi hezaran tank û topan. Me bi hezaran leşker têk bir, bajarekî mîna Mûsilê 6 saetan bi dest xist. Çawa dibe ku hûn bi hêzeke ewqasî mezin û çekên giran nikarin gundekî ji PKK'ê û YPG'ê werbigirin." Fêhm kiribûn ku hevalê Fazil wê derê koordîne dike û şer bi rê ve dibe."

'KEDEKE MEZIN DA ŞOREŞÊ, EM HEMÛ DEYNDARÊ WÎ NE'

Şervan Sason got, "Hevalê Fazil ji bo piştgiriyê bide ji çiyayên azad ên Kurdistanê tevlî Şoreşa Rojava bûbû. Bi tecrûbeyên xwe kir ku li hemberî DAÎŞ'ê destketiyên mezin bêne bidestxistin" û axaftina xwe wiha dewam kir:

"Ji bo hevalê Fazil gelek tişt dikare bê gotin. Lê belê eger bi hevokekê bê bilêvkirin dikare bê gotin, Şoreşa Rojava û mirovahî bi temamî deyndarê hevalê Fazil in. Deyndarên fermandar û şervanên mîna hevalê Fazil in. Ji ber ku DAÎŞ dijminê her gel û mirovahiyê bû. Nirxên mirovahiyê qetil dikir, ji holê radikir. Êrîşî mirovahiyê dikir. Fermandarên mîna hevalê Fazil pêşî lê girtin. Êrîş û armancên DAÎŞ'ê têk birin. Keda ku hevalê Fazil di şoreşê de da ji bo me gelekî hêja ye. Jiyan, şer û hevaltiya bi wî re ya li eniyê, ji bo me rûmeteke mezin e. Îdîa û biryardariya wî heta îro jî me xurt dike. Moralê dide me û berxwedan û têkoşîna serketinê ya li dijî dijminê êrîşkar nîşan dide. Bi rastî jî hevalê Fazil gelek tişt da me. Gelek tişt bi dijmin da windakirin."

'FERMANDARÊ SERKETINÊ Û DEMÊ BÛ'

Şervan Sason anî ziman ku Fermandar Fazil ê li hemû eniyan pêşengî kir, bandor li her kesî kir û got, "Li her eniya şer bû, bi pêşengiyê rabû. Li eniya ku hevalê Fazil lê bû dijmin nekarî serketineke biçûk jî bi dest bixe. Fermandarê demê û serketinê bû. Şervanên YPG'ê hemûyan dan ser şopa wî."

'WÊ TI CARÎ NEYÊ JIBÎRKIRIN'

Fermandarê YPG'ê Şervan Sason got, "Birîndarbûn û şehadeta hevalê Fazil ji bo me êşeke giran e" û destnîşan kir ku wê li ser şopa şehîdên şoreşê bin.

Şervan Sason got, "Windahiyek mezin bû. Gelek şervanên jêhatî û karker li pey xwe hişt. Ji bo vê şoreşê fermandarên mezin afirand. Diviyabû hevalê Fazil van rojên serketina dawî bidîtibûya. Ji bo me êşeke mezin e. Ji ber ku hevalê Fazil jiyana xwe da gel û şoreşê. Hevalê Fazil diviyabû ev roj bidîtibûya. Diviyabû bidîtibûya ku DAÎŞ bi temamî hatiye hilweşandin. Ked û hewldanên hevalê Fazil ên ji bo şoreşê wê ti carî neyên jibîrkirin. Em ê li ser şopa fermandarê xwe hevalê Fazil bin."