Şehîdên enternasyonal ên Şoreşa Rojava -XI: Kevin Jochim

Piştî ku pirtûka Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwend, diyar kir ku ev yek rêya rast e û berê xwe da Kurdistanê... Destpêkê çû Qendîlê, tevlî nava gerîla bû, piştre jî li Rojava li dijî DAÎŞ'ê şer kir, fermandarî kir.

"Sedema tevlîbûna min a li nava têkoşînê daxwaza min a ji bo avakirina jiyaneke azad û şoreşeke cuda bû. Ez ji sîstema Konfederalîzma Demokratîk bawer dikim. Li gel vê, rêya şoreşê bû. Bi dilxwazî, ji dil, bi biryareke azad û îdeolojîk tevlî bûm. Bi biryar bûm. Ya ku ez anî vê derê şert û mercên min ên jiyanê nebû, biryardariya min ez anî Rojava. Ji cihekî bi hezaran kîlometre dûr ez hatim ji bo vê xakê. Min soz da wijdanê xwe ku xiyanetê li vê tercîha xwe nekim."

RASTIYA XWE DI NAVA KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK DE DÎT

Kevîn Jochîm. Bi navê xwe yê li nava têkoşînê Dilsoz Bihar. Di 2'ê Mijdara 1993'an de li bajarê Karlsrûhe yê Elmanyayê li nava malbata Maorîne û Freîdî ji dayik bû. Di sala 2012'an de li Elmanyayê têkilî bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re danî û hat Kurdistanê. Li Elmanyayê tevgera Marksîst-Lenînîst xwend û di vê çarçoveyê de piştgirî da çalakiyên siyasî. Dema ku fikir û nivîsên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir pozîsyona xwe guhert. Gihîşt wê baweriyê ku Marsîst-Lenînîzm nikare pirsgirêkên mirovahiyê çareser bike, Konfederalîzma Demokratîk jî ji bo mirovan weke rêyeke rast dît. Hîn jî li ser heman nirxên bingehîn tevgeriya, azadiya gel di ser azadiya şexs re dît, jiyana xwe ya li Elmanyayê li pey xwe hişt û berê xwe da nava tevgera şoreşger a li Kurdistanê.

Kevîn Jochîm di Mijara 2012'an de çû Qendîlê û tevlî nava têkoşîna gerîla bû. Tevlî perwerdeyên leşkerî, îdeolojîk û jiyanê bû, gelek fikrên nû nas kir.

Hevalekî wî ji dewreyeke perwerdeyê bi vî rengî qala wî dike: "Hevalê Dilsoz di nava jiyan, têkoşîn û perwerdeyê de bû mînak. Ya herî balkêş jî zû hînî zaravayên Kurmancî û Soranî yên Kurdî bû. Bi saya daxwaza xwe ya hînbûna her qada jiyanê û fêhmkirina her tiştî hînî vê yekê bû. Ti carî pasîf nema. Nêzîkatiyên şaş bêyî ku bitirse yan jî bêyî nêteke xerab rexne kir û tevî ku hîn nû bû her tim tiştên fêhm dikir bi hevalên xwe re parve dikir."

Bi saya kesayetiya xwe ji aliyê siyasî, leşkerî û çandî ve zû bi pêş ket û xwe gihand asta berpirsyariyê. Zimanên herêmê (Kurmancî, Soranî û Tirkî) ewqasî baş hîn bûbû ku karê koordînekirina têkiliya navbera komên gerîla yên cuda ji wî re hate dayin.

'ROJAVA JI BO GELAN HEMÛYAN DIKARE BIBE ALTERNATÎF'

Tevî wan koman bû ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji bo têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê ji Rojava re şand. Piştî ku hat Rojava bû fermandarê yekîneya şervanên enternasyonal a li Herêma Cizîrê. Di Pêngava Rizgarkirinê ya Şehîd Rûbar Qamişlo de bi mehan li refên herî pêş şer kir. Dema ku qala motîvasyona xwe ya tevlîbûna li têkoşînê dikir wiha digot, "Ez dixwazim ji vê şoreşê hîn bibim. Ji ber ku ev şoreş, ev sîstema li Rojava dikare ji bo gelên li tevahiya cîhanê hemûyan bibe alternatîf. Li hemberî hemû îdeolojiyên ku çareseriyê neafirînin dikare bibe alternatîf. Ji bo cîhanê li hemberî modernîteya kapîtalîst dikare bibe alternatîfek."

Kevîn Jochîm di 6'ê Tîrmeha 2015'an de li gundê Şergiratê yê bajarokê Sûlûk ê navçeya Girê Spî yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Bajar di Cotmeha 2019'an de ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin) di şerê dijî çeteyên DAÎŞ'ê de şehîd bû.

Şehîd Dilsoz Şoreşa Rojava weke ronesanseke mezin pênase kiribû û destnîşan kiribû ku her kes dikare bibe parçeyek ji şoreşa li Rojava.

SIBE: Şehîdên enternasyonal ên Şoreşa Rojava – XII: Robert Gallagher