Têkildarî guhertina demografiya Efrînê û qirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê, endamê Rêveberiya Rabîtit Ehil El Beyt Şêx Mihêdîn Elî ji ANF’ê re axivî.
Şêx Mihêdîn Elî diyar kir ku kiryarên dewleta Tirk li dijî ol e û got, "Mafê kesî nîne ku bi darê zorê ola wan biguherîne. Divê di dilê her kesî de başî hebe, ev Îslama rast e."
Şêx Mihêdîn Elî bi bîr xist ku Xwedê dibêje 'zilmê neke' divê hezkirin di dilê bawermendan de hebe û got, "Nabe ku darên bi temenê salan bê birîn, talan û wêrankirin."
Şêx Mihêdîn Elî herî dawî got, "Li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj êrîş têne kirin. Li Efrînê daran jê dikin, dixwazinê Efrînê ji rastiya wê dûr bixin û ji kevneşopiya wê dûr bixin. Her wiha dixwazin ol û baweriya mirovên li wê derê bi zorê biguherîne. Ev tişt li dijî Îslamiyetê ye."