Li Efrînê çeteyan êşkence li Elî Mihemed Egreş kir

Çeteyên Ceyş El Şerqiye yên dewleta Tirk, êşkence li Elî Mihemed Ergel kir û pereyê wî desteser kirin ku ji gundê Senarê revandin.

Çeteyên Çeyş El Şerqiye yên dewleta Tirk a dagirker welatiyê bi navê Elî Mihemed Egreş (43) ê ji gundê Senarê yê navçeya Şiyê revand.

Her wiha eşkere kir ku dema Elî Mihemed Egreş ji gundê Baflûrê yê navçeya Cindirêsê vedigeriya mal, çeteyan di rê de li pêşiya wî derketiye, di nava zeviyên zeytûnê re kaş kiriye û lê daye.

Çeteyan, 3 hezar dolar û 2 hezar lîreyên Tirkî yên bi Egreş re dizîne û da zanîn ku di encama lêdanê de Egreş bi giranî di singê xwe de birîndar bûye.