QSD’ê bersiv da êrîşa bi fuzeyê
QSD’ê diyar kir li Dêrazorê wan bersiv dane êrîşa bi fuzeyê.
QSD’ê diyar kir li Dêrazorê wan bersiv dane êrîşa bi fuzeyê.
Têkildarî mijarê, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) îro li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de hate gotin:
“Di 10’ê Nîsanê de saet di 18.00’an de li Dêrazorê hêzên me bersiv da fûzeya 107 mm. Di vê êrîşê de hêzên Koalîsyonê yên li rojhilatê Dêrazorê bûbûn hedef. Di êrişê de tiştek bi hêzên koalîsyonê nehat û tu xisar çênebû.
Êrişên bi vî rengî jiyana gel, hêz û hevalbendên me yên Koalîsyonê dixe xetereyê û ewlehiya herêmê xerab dike.
Em ê ji bo parastina ewlehî û îstiqrara li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyonên hevbeş ên bi hêzên Koalîsyonê re bidomînin.”