Li Hesekê piştgiriya ji bo serhildana li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê

Li bajarê Hesekê jinên ciwan ji bo piştgirî bidin serhildanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê û êrîşên jehrîkirina xwendekarên jin şermezar bikin, li ser dîwarên dibistanê jina bi maske û dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî’ nivîsandin.

Jinên Ciwan ên xwendekar, endamên Tevgera xwendekarên demokratîk, li bajarê Hesekê ji bo piştgirî bidin serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku bi pêşengiya jinên ciwan pêş dikeve daxuyaniyek dan. Her wiha xwendekar ji bo nerazîbûnên xwe bînin ziman, li ser dîwarê dibistanê Jin, Jiyan, Azadî’ nivîsin. Di daxuyaniya ku êrîşên rejîma Îranê û jehrîkirina xwendekarên jin tê de hate şermezar kirin ev tişt hate gotin: 

‘EM Ê WEKE JINÊN XWENDEKAR HER LI QADAN BIN’

“Dewleta Îranê li dijî serhildanên gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê komkujiyan pêk tîne. Rêjîma Îranê ji bo bêdeng kirina serhildanên ku bi pêşengtiya jinan û bi dirûşmeya Rêber Apo ''Jin Jiyan Azadî '' geş dibe û bênavber didome rêbazên curbecur bikar tîne. Ji bo vê jî gelek jinên ciwan ên ku pêşengtiya vê serhildanê dikirin bi awayekî herî hov li ber çavê hemû mirovahiyê darve kirin. Lê dîsa jî dewleta faşîst a Îranê tenê bi van kiryaran re sînordar nema. Rejîma Îranê herî dawî bi jehrî kirina xwendekarên jin yên ku roleke pêşeng di wê serhildanê de dilîstin, êrîşên xwe berdewam kirin.

Em wek Tevgera Xwendekarên Demokratîk van kiryara qebûl nakin û ji bo wê em beşdarî pêngava ''Jin Jiyan Azadî Ser bixe Azadî '' dibin. Ji bo bilind kirina dengê serhildana jinên Îran û Rojhilatê Kurdistan, em ê weke jinên ciwan ên xwendekar her li qadan bin. 

‘EM Ê BÊ HELWEST NEMÎNIN’

Xwendekaran di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ev 44 sal e dewleta Îranê girtin, kuştin û darvekirin kiriye şêwazê parastina rejîma xwe û bal kişand ser jehrîkirina xwendekarên keç û got: “Bê guman ev ji bo rejîma Îranê ne hedefekî ji rêzê û tesadûfî ye. Heya niha di nava bajarên Rojhilat wekî Sine, Mehabad, Îlam, Kirmaşan, Seqiz, Merîwan û Bokan de û di nava bajarên Îran de jî Tehran, Qom, Îsfehan, Kerej û Şîraz de xwendekarên zêdetirî 500 dibistanan rastî êrîşên gazên kîmyewî hatine û zêdetirî 9 hezar xwendekar hatine jehrîkirin. Ji nava wan jî herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dane. 

Em weke Xwendekarên Jin van êrîşan û jehrîkirina xwendekaran qebûl nakin û em ê bê helwest nemînin. Em ê her tim piştgîriya serhildanên ‘Jin Jiyan Azadî’ bikin.”