El Îsa: Rêber Apo di mejiyê her kesî de şoreşek pêk anî
Parêzer Mahmûd El Îsa destnîşan kir ku bêdengiya hêz û rêxistinên navneteweyî li hemberî tecrîda li Îmraliyê, hewldanek ji bo astengkirina têkoşîna azadiyê ya gelan e.
Parêzer Mahmûd El Îsa destnîşan kir ku bêdengiya hêz û rêxistinên navneteweyî li hemberî tecrîda li Îmraliyê, hewldanek ji bo astengkirina têkoşîna azadiyê ya gelan e.
Endamê Înîsiyatîfa Misogerkirina Azadiya Fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Parêzer Mahmûd El Îsa tecrîda li Îmraliyê û bêdengiya li qada navneteweyî ji ANF'ê re nirxand.
El Îsa diyar kir ku divê Îmraliyê tenê weke girtîgehekê neyê pênasekirin û got, "Tişta li wir hat kirin, ji vê wêdetir e. Bi qutkirina dengê Rêber Abdullah Ocalan veguheriye qada zextê ya li dijî gel û şervanên azadiyê. Di salên dawî de çawa ku hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan bi malbat û parêzeran re hatiye qedexekirin, ji hemû mafên xwe jî hatiye dûrxistin. Ev yek bi awayekî vekirî nîşan dide ku li girtîgeha Îmraliyê her cûre tecrîd tê meşandin. Ji girtina li çar dîwaran heta bi qedexekirina hevdîtinan, sedema vê tecrîdê ew e ku Rêber Ocalan têkoşîna azadiyê da destpêkirin. Bi tecrîda mutleq a Îmraliyê re tê xwestin ku fikrên Rêbertî negihêjin şervanên azadiyê û gelên azadîxwaz."
HIQÛQ TUNE YE, YÊN BÊDENG DIMÎNIN HEVPAR IN
Mahmûd El Îsa anî ziman, li Tirkiyeyê ku tecrîda li Îmraliyê bi pratîkî lê bi cih tê anîn, ti qanûn nayê naskirin û got, "Li Tirkiyeyê bi tu awayî qanûn û hiqûq tune. Dewleta Tirk hemû qanûnan li gorî berjewendiyên xwe diyar dike. Li dijî vê bêhiqûqiyê her kesê azadiyê dixwaze bila dengê xwe bilind bike û têkoşîna Rêber Ocalan li hemû cîhanê bimeşîne. Hemû hêzên hegemonîk ên li hemberî vê bêhiqûqiyê bêdeng in jî hevparê vê tecrîdê ne. Di girtina Rêber Ocalan de jî hevkar in. Erka hemû rêxistinên navneteweyî ew e ku li dijî binpêkirinên li girtîgehan tên kirin têbikoşin û her girtî xwedî li mafê xwe yê rewa derkevin. Lê belê ev hemû rêxistin ketine bin bandora NATO û hêzên mîna wê."
'EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN'
El Îsa bandora Abdullah Ocalan a li ser civaka Sûriyeyê bi bîr xist û got, "Hatina Rêber Apo ya li Sûriyeyê bandorek mezin li ser gelên herêmê kir. Bi taybetî jî bi hebûna xwe ya li Şam û Lubnanê, şopeke cuda li ser civaka Ereb hişt. Ji ber ku projeya Neteweya Demokratîk ku hemû pêkhateyên civakê dihewîne pêşkêşî civakê kir. Ji bo vê jî divê em ji bo doza têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan li her derê dengê xwe bilind bikin. Pêngava Rêbertî ji bo me jî vejîn bû. Îro ev yek gelek hatiye îspatkirin. Rêber Apo di mejiyê her kesî de şoreşek pêk aniye."
Parêzer El Îsa destnîşan kir ku gel bi paraznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re xwe nas kiriye û got, "Ez ji malbateke bi eslê xwe Ereb im. Ez dixwazim tecrûbeya xwe yên şexsî bi we re parve bikim. Min bi xwendina pirtûkên Rêber Ocalan felsefeya yekîtiya gelan nas kir. Gelek tişt hebûn ku bala min dikişand; ji siyasetê bigire heta li dijî zilm û koletiyê avakirina jiyana azad."