Salih Muslim: Hilbijartin rasterast bandorê li Rojava dike

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim destnîşan kir ku hilbijartinên li Tirkiyeyê wê rasterast bandorê li Rojava bike û got: "Em hemû amadekariyên xwe yên ji bo berxwedana li dijî faşîzma ku tu pîvan û hiqûqê nas nake, didomînin."

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) Salih Muslim têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li Tirkiyeyê û bandora hilbijartinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşek îhtimal ji ANF’ê re axivî. Muslim anî ziman ku hilbijartinên li Tirkiyeyê wê rasterast bandorê li Rojava bike û got: "Em hemû amadekariyên xwe yên ji bo berxwedana li dijî faşîzma ku tu pîvan û hiqûqê nas nake, didomînin."

Li Tirkiyeyê di 14’ê Gulanê de hilbijartin tê kirin. Hûn dixwazin li ser vê hilbijartinê û encamên wê çi bibêjin?

Hilbijartinên ku wê di 14’ê Gulanê de li Tirkiyê bên kirin, pir girîng in. Di tevahiya temenê rejîma desthilatdar a faşîst a li Tirkiyeyê de, bi taybetî piştî sala 2015’an, di şerên ku li ser Kurdistan û Tirkiyeyê da meşandin de, ji aliyê aborî, siyasî, dîplomatîk û hwd ve Tirkiye ber bi îflasê ve bir. Ev di hevdîtinên me yên dîplomatîk de gelek caran hatiye gotin. Rejîma faşîst a ku qirkirina Kurdan plan dike, hem êrîşî Rojava û hem jî Başûrê Kurdistanê dike. Di şerê li dijî Kurdan de ji her kesî daxwaz dike ku alîkariya wî bikin. Tirkiye xistin vê rewşê. Ew van hilbijartinan ne bi kêfî, lê ji neçarî ji ber rewşa ku tê de dike.

Îro firsend derketiye holê ku ev desthilatdariya faşîst bi demokrasiyê bê şandin. Ev firsend di 14'ê Gulanê de derdikeve pêşberî hemû gelên Tirkiyeyê. Ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn firsend e ku ji vê desthilatdariya faşîst rizgar bibin. Aliyekî vê yê din jî heye. Dîktatorekî wek Erdogan wê destûrê bide hilbijartineke demokratîk yan jî ji kursiyê xwe bihêle? Çawa ku di sala 2015’an de hilbijartin betal kir û Tirkiye kir dojeh, îhtîmala ku careke din bike jî heye. Ji aliyê demokratîk ve zehmet e ku di encama hilbijartinê de dev ji desthilatdariya xwe berde. Çi ji destê wî tê dike. Çi xerabî tê, ew dike. Îhtîmala şerê navxweyî jî heye. Gefên heyî jî li ber çavan tên girtin. Pêvajoyeke hesas e. Em jî nizanin wê hilbijartineke çawa be. Ev hilbijartin wê çarenûsa Tirkiyeyê di her warî de biguhere. An wê pirsgirêkên li Tirkiyeyê bi rêyên demokratîk çareser bibin an jî wê di bin faşîzm û pergala sultantiyê de bimînin. Armanca vê hikûmetê ne tenê Kurd û gelên Tirkiyeyê ne, divê li cîhanê her kes bi hestiyar be. Ev hêza faşîst dikare her tiştî bike. Ew dikare her tiştî tevlêhev bike û tiştan tevlihev bike. Hilbijartinên li Tirkiyeyê wê rê li ber guhertineke dîrokî, baş yan jî xerab vebike.

Desthilat di hilbijartinê de ji bo bi ser bikeve tiştên dikare bike, we rêz kir. Yanî di nav wan de îhtîmala êrîşa li ser Rojava heye?

Kurd û pirsgirêkên ku naxwazin çareser bikin, bingehê êrîşên wan ên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê bi hinceta 'ewlehiyê' ye. Ev hilbijartin ji bo Rojava jî gelek girîng in. Eger ev desthilatdariya faşîst di hilbijartinan de bi ser bikeve, dixwaze planên xwe yên dagirkeriyê yên li ser Rojava temam bike. Armanca wan dagirkirina tevahiya Sûriyeyê ye. Hilbijartin rasterast bandorek li ser pirsgirêka Rojava û Sûriyeyê dike. Vê hikûmeta heyî heta îro nehiştiye ku pirsgirêka Sûriyeyê çareser bibe. Dixwaze nexşeya dagirkeriyê ya bi kûrahiya 32 kîlometreyan li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li Neteweyên Yekbûyî (NY) nîşan daye, pêk bîne. Ger ev hêz bimîne, wê bi cih bîne. Bi her awayî plan ev e. Ji ber vê yekê bandorek rasterast li ser me dike.

Hat ragihandin ku dewleta Tirk beriya erdheja ku di 6’ê Sibatê de li navenda Mereşê li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê bandor kir, wê “Êrîşî Rojava” bike. Ma ev gef hîn jî hene?

Beriya erdhejê dihat gotin ku dewleta Tirk dikare di demeke kin de êrîşî herêmê bike. Hê jî pêşbiniyên ku dê êrîş bikin hene. Kengî derfet bi dest bixin dê êrîş bikin. Ev ne tiştekî siyasî ye. Bi rêya Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Soylû û Serokê MÎT’ê Hakan Fîdan tê kirin. Êrîşa ku li Taksîmê pêk anîn mînaka vê ya herî berçav e. Ew dikarin her deqîqeyê şer bikin. Heta ku ev hikûmet û wezîrên wê hebin, her kêlî dikarin şer bidin destpêkirin. Em amadekariyên xwe yên berxwedanê bêyî ku rewşa êrîşê nerm bikin didomînin.

Li gorî daneyên fermî 50 hezar kes; Li gorî hin çavkaniyan tevî erdheja navenda Mereşê ku 100 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn jî dest ji êrîşên xwe bernedan. Balafirên bêmirov û SÎHA'yên wan li ser xeta sînor digerin û her roj êrîşan pêk tînin. Em bi wî nexapin; Yên ku şer dikin cuda ne, yên ku hildibijêrin cuda ne. Bila bêhêvî nebin. Di wan de ne exlaq, ne hiqûq, ne pîvan tune ye. Her wiha çekên kîmyewî yên ku ji aliyê hemû cîhanê ve hatine qedexekirin bikar tînin.

KCK’ê ji ber erdhejê kirina çalakiyên leşkeri rawestandin. Tevî vê biryarê jî divê êrîşên dewleta Tirk çawa bên xwendin?

KCK'ê ragihand ku ji ber erdhejê biryara rawestandina şer dane. Ev biryareke mirovî bû. Mexdûrên erdhejê Kurdistanî bûn. Ev biryarek bû ku wê hincetekê nede wan. Ji ber ku li herêmên Bakurê Kurdistanê yên weke Serhed, Botan, Amed û Dêrsimê her tim çalakiyên gerîla hebûn. Ji bo kes mijûl nebe û dewlet û saziyên Tirk hincet nekin, biryara bêçalakîtiyê ragihandin. Lê dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser Bakur û Başûrê Kurdistanê ranewestand û her roj êrîşên xwe berdewam kir.

Têkçûna hikûmeta AKP-MHP’ê wê bandoreke çawa li PDK’a ku bi vê hikûmetê re hevkariyê dike, bike?

Rêvebiriya Başûrê Kurdistanê, bi taybetî jî PDK, hemû tiştên weke neft û aborî desteser kirin. Bi Erdogan û malbata wî re peymanên petrolê û şîrketên mezin çêkirin. Ev derdikevin holê. Dadgeha Fransayê peymana petrolê ya bi kurê Erdogan re rawestand. Li gorî sîstema hikumeta Iraqê, mirov nikare petrolê bifiroşe kesekî derve. Ev tifaq di navbera wan de nîne. Ev di dadgehê de hat darizandin. Dadgeha navneteweyî di vî warî de Tirkiye ceza kir û van şîrketan da sekinandin. Tiştên ku me hîn nebihîstine hene, dibe ku sibe an roja din derkevin holê. Bi Erdogan û malbata wî re peymanên veşartî...

Hilweşîna desthilatdariya Erdogan û AKP’ê hem bandorê li Tirkiyeyê û hem jî li Başûrê Kurdistanê dike û wê hevkêşeya Rojhilata Navîn biguherîne. Çûna faşîzmê wê bandoreke mezin li ser Başûrê Kurdistanê bike.